Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Serêkaniyê zarokeka din jî rastî îstîsmara zayendî hatiye

Îfadeya zaroka bi navê E.A. ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê rastî îstîsmara zayendî hatî, aşkera bû. Li gorî îfadeyê, tevî endamê AKP’ê F.O., gelek kesên din zarok îstîsmar kirine. Her wiha diyar bû ku hevala E.A. ya dibistanê B.Y. jî rastî îstîsmara zayendî hatiye

Li naveya Serêkaniyê ya Rihayê zaroka 14 salî E. A. di 21’ê  sibatê re rastî îstîsmara zayendî hatibû. Piştî bûyer derket holê, 5 kes hatin girtin. Bûyer bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) derket holê. Li gorî nûçeya MA’yê, li dibistanê tevî E.A. zaroka bi navê   B. Y. jî rastî îstîsmara zayendî hatiye. Lê hat zanîn ku xwestine ku bi ser bûyerê de bigrin. Nûçegihanên MA’yê xwe gîhand îfadeya  E.A. ku di bin kontrola derûnînasan de li Midûriyeta Polîsan daye.

Di îfadeyê de E.A. dibêje ku zaroka 10 salî rastî îstîsmara kalê 60 salî H.Î. hatiye û wiha didomîne: “Ez 4 salan bi awayekî sîstematîk rastî îstîsmara zayendî ya F.Ç. ê 65 salî ku li pastaxaneya navenda sûkê ye,  xebatkarê pastaxaneyê M.Y yê 30 salî, dikandarê 30 salî Î.E. û fêkîfiroş M. hatim. Yek ji kesên ku li hemberî min îstîsmara zayendî kir jî endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’ê F.O. ye. F.O., piştî ku serokê Şaredariya Serêkaniyê yê AKP’î  Menderes Atilla di hilbijartina 31’ê adarê de ji Partiya  Demokrat bû namzet û bû 1’emîn namzetê meclisa partiyê. Her wiha dikandarê kezebfiroşiyê E. Jî gef li min xwarin.”

E.A. di berdewamiya îfadeya xwe de jî destnîşan kir ku di meha cotmeha sala 2018’an de îfade daye Navenda Şopandina Zarokan (ÇİM) û îfadeya xwe ya berê dubare kiriye. E.A, îfadeya xwe wiha berdewam kir: “H.Î, ji min xwest ku hevala xwe ya dibistanê bînim cem wî. B.Y. jî îstîsmar kir. H.Î. piştre jî xwest ku hevala min a dibistanê E.K. îstîsmar bike. Lê E.K. bertek nîşan dan û nehişt ku îstîsmar bike.”

Îstîsmarkar hatin girtin

Piştî îfadeya E.A. ya ku daye polîsan, Baroya Rihayê jî bû mudaxîlî dozê bû. Polîsan li navçeyê 6 kes binçav kirin û E.A. jî bi şertê kontrola edlî berdan. Kesên bi navên H.Î., F.Ç., F.O., M.Y. û Î.E. bi sûcdariyê ‘îstîsmara li dijî zarokan’ û ‘bi zorê desteser kirin û şantaj’  hatin girtin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar