Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Berxwedana grevê birçîbûnê bi israr didomin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Leyla Guven di roja 110’emîn de,  ya Nasir Yagiz di roja 97’emîn de, ya li Strasboûrgê di roja 71’emîn de, ya Îmam Şîş di roja 71’emîn de û ya li girtîgehan jî di roja 72’yemîn de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 110’emîn de berdewam dike. Guven dibêje ku heta tecrîda li ser Ocalana tê şikandin dê çalakiya xwe bidomîne.

Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kir. Guven, dema ku di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrîd bi dawî dibe dê dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bernede.

Lîstika dewletê vala derxistin

Piştî Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di 12’ê çileya îsal de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser daxwaza dewletê çû Îmraliyê û hevdîtineke ku ji 15 deqeya pêk dihat, kir. Lê Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çileyê de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê domand. Guven destnîşan kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê dev ji çalakiya xwe bernede. Berxwedana Guven di roja 110’emîn de didome.

Çalakî bi israr didome

Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê ku bi heman daxwazê hatibû destpêkirin jî di roja 97’emîn de berdewam dike. Di heman demê de çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 71’yemîn de ye. Grevên birçîbûnê yên ku li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 16’ê kanûnê de hatine destpêkirin jî 72 roj li pey xwe hişt. Her wiha heta niha di dîrokên cuda de li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar