Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tecrîd tenê pirsgirêka gelê kurd û HDP’ê nîne’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan, tenê pirsgirêka HDP û gelê kurd nîne. Buldan bang li wezareta dadê li gorî qanûnan tevbigere û bang li meclisê jî kir ku bikeve nava liv û tevgerê

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û bang li meclisê û raya giştî kir. Buldan diyar kir ku beriya ku encamên nebaş pêk bên divê gav bên avêtin.

Pervîn Buldan di serî de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 110 rojin daye destpêkirin. Buldan da zanîn ku çalakiyên greva birçîbûnê ev demek dirêj e didome û wiha got: “Di serî de Leyla Guven, li girtîgehan, li çar aliyên welat û Ewropayê hevalên me di greva birçîbûnê de ne.”

Bêdengiya hikûmetê

Buldan bi bîr xist ku çalakiya Guven ketiye roja 110’emîn û ev nirxandin kir: “Grev êdî di astekî krîtîk de ye. Tevî bang û hewldanên me jî hikûmet gav naavêje. Desthilatiyeke ku tenê ji bêdengkirin û astengkirinê fêm dike, heye. Meşa parlamenteran a ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê ji hêla wezîrê karên hundir ve hat astengkirin lê hevalên me barîkat derbas kirin. Tecrîd tenê pirsgirêka HDP’ê û gelê kurd nîne.”

Bang li meclisê kir

Di berdewamê de jî Buldan bang li meclisê û raya giştî kir û got ku divê tecrîd bê rakirin. Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê wezîrê dadê qanûnên li gorî qanûnan tevbigere. Divê hemû komên li meclisê li dijî tecrîdê derkevin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser hemû Tirkiyeyê ye. Em bang li serokê meclisê jî dikin  ku der barê daxwazên Leyla Guven de gavan biavêje. Daxwazên hevalên me rewa ne û divê hikûmet û wezîrê dadê li gorî qanûnan tevbigerin. Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê hemû girtiyan e. Lê di vê mijarê de tenê birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Divê tecrîd demildest bi dawîbibe. Ji encamên neyînî, hikûmeta AKP’ê berpirsiyar e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar