Danişîna Doza Nisêbînê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Heyeta dadgehê destûr neda ku malbatên girtiyan bikevin salonê û girtiyan bertek nîşanî vê da. Heyeta dadgehê jî li ser vê yekê biryar da ku doz ji hev bê cudakirin û dosyaya her girtiyekî cuda bê dîtin. Girtiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin
Danişîna 6’emîn a Doza Nisêbînê ku 53 kesên di qedexeya derketina derve ya 26’ê gulana sala 2016’an de ji navçeyê hatin tehliyekirin û piştre jî hatine girtin tên darizandin, di bin dorpêça polîsan de hat dîtin. Ji ber ku salonekî li gorî kapasîteyê nehat dîtin, danişîna dozê li Salona Konferansê ya SGK’ê ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat. Ji 53 kesên ji dozê tên darizandin ku der barê wan de cuda cuda ‘muebbeta giran’ tê xwestin 8 jê jin bi giştî 40 kes anîn salonê.
Bi hinceta ku di salonê de cih nîne, heyeta dadgehê destûr da ku tenê parêzer û girtî beşdarî dozê bibin. Tevî vê, di navbera girtiyan û parêzerên wan de jî leşker hatin bicihkirin. Ji ber vê nêzikatiyê jî nîqaş derket. Li ser biryara heyeta dadgehê girtiyekî bertek nîşan da û got; ‘Heta malbat neyên salonê em îfade nadin.” Ji ber van qewimînan jî heyeta dadgehê beriya ku danişîn dest pê bike, navber da.
Doz dê cuda cuda bên dîtin
Piştî navbera ku saetekê berdewam kir, heyeta dadgehê ji girtiyan re got; ‘We bertek nîşanî negirtina malbatan a li salonê da ji ber wê me biryara ku ji bo her kesekî cuda cuda bi hejmarên nû dosya bên vekirin û doz cuda cuda bê dîtin da.”
Bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kirin
Piştî biryara ku hat dayîn heyeta dadgehê ji leşkeran re got; ‘Hûn dikarin wan bibin.’ Girtiyan jî biryara dadgehê li ser pêyan bi çepikan şermezar kir. Girtiyên ku li ser pêyan li çepikan dan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bimire tecrîd’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û salon terikandin. Darizandin dê ji niha û şûnde li ser 53 dosyayên ji hev cuda bê dîtin û dîroka wan jî dê biguhere. MÊRDÎN