Şervanên HSD’ê du jinên êzidî û du zarokên ku duh ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, bi alîkariya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê radestî malbatên wan kirin
QSD`ê du jinên Êzidî tevî du zarok radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin da ku bighînin malbatên wan li Şengalê.
Operasyonên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê weke mertalên zindî tên bikaranîn, berdewam in. Heta niha şervanan di nav de bi dehan jin û zarokên êzidî yên ku di 3’yê tebaxa sala 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn revandin jî, bi hezaran sivîl rizgar kirin.
Şervanên HSD’ê îro jî jinên êzidî yên bi navên Bervî Xelef û du zarokên wê û Cîhan Xelef Qasim ku duh rizgar kiribûn, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir. Têkildarî mijarê rêveberê Buroya Karûbarên Êzidiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûbeyr Şêx Heto axivî û da zanîn ku kesên ku hatine rizgarkirin dê tevahiya pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin û ji wan re alîkariyê tenduristiyê bê dayîn.
Şêx Heto diyar kir ku hewl didin ku hemû zarok û jinên ji hêla HSD’ê ve radestî Mala Êzidiyan bikin û bi vê yekê re jî radestî malbatên wan bikin.