Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Weqfa Mezopotamyayê dê 2 kovarên kurdî çap bike

Weqfa Mezopotamyayê bi civîneke çapemeniyê klavûza Rêbera Rastnivîsînê da nasîn. Di civînê de hat gotin ku dê di demên pêş de 2 kovanên kurdî bên çapkirin û bingeha zanîngeha kurdî bê avakirin

Bi armanca pêşxistina yekpariya ziman, Weqfa Mezopotamyayê klavûza Rêbera Rastnivîsînê amade kirin û li Otêleka Amedê bi civîneke çapemeniyê dan nasandin.  Weqfa Mezopotamyayê sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bi  zimanê kurdî, xebatên xwe yên li ser ziman berdewam dike.  Ji bo amadekirina bingeha vê û materyalan, pêwîstî bi termînolojîyeke hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herwiha bi rêbera rastnivîsîna bê-jeyan dîtin. Di vê çarçoveyê de jî di sala 2015’an de Komxebata Kurmancî ava kirin.

Gelek zimanzan û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û xebatên xwe didomînin. Zimanzanan piştî xebata 3 salan, Rêbera Rastnivîsînê çap kirin û li Otelek Amedê dan nasîn. Di civînê de serokê Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil, sekreterê giştî yê weqfê Îhsan Ay, endamên weqfe Gevriye Atli, zimanzan Samî Tan û Bahoz Baran jî amade bûn.

Xebatên pêşerojê

Osman Akyil têkildarî Rêbera Rastnîvîsînê  wiha got: “Ev berhem, encama xebateke kolektîf e. Dê berdewamiya vê xebatê bê. Bi vê pirtûkê dê li ser zimanê kurmanci yekitiyek bê avakirin. Ev xebat hemû kurdan temsîl dike. Xebatên me yên li ser ziman didomin. Dîsa bi Baroya Hiqûqê re em li ser zimanê hiqûqê dixebitin. Em dê ferhenga Hiqûqa Kurdî ava bikin. Dîsa di qada tipê de jî em bi Odeya Tabîban a Amedê re xebatan dikin. Em ê xebatên li ser ziman li qadek mezin belav bikin.  Ji bo ku xebatên me mayînde bibin, em ê berê xwe bidin çapemeniya çapê. Di vê mijarê de yek jê Lijneya ku ji kesên pispor pêk tê, dê folklora kurd, dê krîterên nivîsê diyar bike. Em ê li ser vî esasi 2 kovarên kurdî çap bikin. Dê kovar bi kurdî bên çapkirin. 2 kovar dê ji 3 mehan carekê bên çapkirin.”

Bingeha zanîngehê tê avakirin

Zimanzan Bahoz Baran jî diyar kir ku bi ve xebata xwe dixwazin bingeha zanîngehê ava bikin. Baran diyar kir ku Weqfa Mezopotamyayê dixwaze ku kêmasiya ku hemû saziyan eleqeder dijîn, ji holê rake. Piştre jî li ser klavûza Rêbera Rastnîvîsîne ku di pêşerojê de çawa têkeve meriyetê, nîqaş hatin kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar