Hevalê me Rohat Aktaş di sala 1996’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di 1999’an tevî malbata xwe vedigere Rihayê. Rohat hê di 12 saliya xwe de li Pirsûsê dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat dike. Piştî xebatên salan di 8’ê tebaxa 2015’an de dibe Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat girtin. Di pêvajoya berxwedana Cizîrê de jî ji bo heqîqetê bişopîne çû navçeyê û li wir di sibata 2016’an de hat qetilkirin. Di ser şehadeta hevalê me Rohat de 3 sal derbas bûn. Bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina wî, hevalê xwe yê leheng bi bîr tînin
Rohat Aktaş, wek ciwanekî kurd û ji malbateke welatparêz li Stenbolê ji dayik dibe. Di çarsaliya xwe de bi malbatî tên Rihayê. Hêj di zarokatiya xwe de gelekî ji malbatê, ji welatê xwe hez dikir. Herî zêde ji lîstika gogê hez dikir. Dixwest bi rihetî tevbigere. Zarokekî bêtirs bû. Ji gund hez dikir û dixwest li gund bijî. Têkiliya wî bi hevalên wî re jî gelekî baş bû. Di temenê xwe yê biçûk de doz û têkoşîna kurd û Kurdistanê nas dike. Di zarokatiya wî de apê wî (Kemal Aktaş) wê demê di girtîgehê de ye. Tevî malbata xwe diçe hevdîtina apê xwe. Bi çavên xwe tundiya li ser civak û welatê xwe Kurdistanê dibîne. Di rewşa civaka kurd û Kurdistanê de xwe nas dike, her tim difikire û dikeve nav lêpirsînekê.
Rohat, di 11 saliya xwe de êdî tevgerê nas dike. Di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat dike. Li Rihayê di nav xebatên ciwanan de cih digire. Her tim dikeve nava hewldanekê. Piştî salan di nav xebatên çapemeniya azad de cihê xwe digire. Di 8’ê tebaxa 2015’an de bû Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat a ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat girtin. Dibe şagirtê Apê Mûsa û dide ser şopa rastiyê, dibe dengê gel û şervanekî heqîqetê. Dema di nav xebatên rojnameyê de bû, di heman demê de ji bo Stêrk Tv’yê jî bernameya ciwanan çêdike. Di pêvajoyek dijwar de bajar bi bajar digere û rojnamegeriyê dike. Bêguman li Kurdisanê rojnamegerî ne hêsan e. Divê tu wekî şervanekî heqîqetê û têkoşerekî doza azadiyê bi hêz û xwedî biryar bî.
Rohat dema dixebitî li derdorê xwe dinihêrî digot ‘çima evqas milet bêdeng e’ tiştê ew difikirî dixwest her kes wekî wî be. Dixwest tu kes li hemberî zilm û zorê bêdeng nemîn e. Jixwe her tim li dijî vê zilm û zoriyê di nava têkoşînekê de bû û herî dawî jî çû Cizîrê. Li Cizîrê şer û pevçûn hebûn. Lewre di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî gelê kurd ji aliyê dewleta tirk qirkirinek topyekûn hatibû destpêkirin. Li dijî vê qirkirinê jî gelê kurd biryara xwerêvebirin û xweparastinê girtibû û li ber xwe didan. Berxwedana xwerêveberiyê li dijî êrîşên tunekirinê yên li hemberî gelê kurd û hêzên azadiyê bû, li dijî teslîmiyet û xiyanetê bersiva xweparastinê bû.
Ew parastina rûmetê bû
Ev berxwedanê bi rengekî vekirî ji her kesî re radigihand ku êdî mîna berê tu hêz nikare tunekirin û tunehesibandinê li ser kurd û Kurdistanê ferz bike. Yekane rêya rizgariya ji vê rewşê jî berxwedan e. Ji bo azadiyê berdêl çi dibe bila bibe divê bê dayîn. Berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê bi mehan dewam kir û dewleta tirk piştî ku fêhm kir nikare encamê bi dest bixe, herî dawî di 14’ê kanûna 2015’an de bi dehhezaran leşker, bi sedan tang û her şêweyên çekên giran û yên teknolojîk êrîş bir ser bi sedan ciwanên berxwedêr û gelê kurd.
Dewleta tirk bi kiryarên hovane dest bi hilweşandina Cizîra Botan kir. Berxwedêrên Cizîrê li dijî bangên teslîmiyetê di nava şert û mercên gelekî giran de têdikoşiyan û peyama mirov di her şertî de dikarin rûmeta xwe biparêze didan her kesê. Bi taybetî berxwedêrên Cizîrê aşkera kirin ku êdî teslîmiyet dê nikaribe reh berde nava vê xakê. Heta dawiyê rûmeta gelê kurd parastin. Di vir de pêwîst e mirov lehengê mezin ê vê berxwedanê Mehmet Tunç jî bi bîr bîne. Mehmet Tunç digot ‘Me li ber xwe da, bi me serbilind bin’. Belê îro gelê kurd deyndarê vê berxwedana Mihemedê Botî û rêhevalên wî ne.
‘Êdî teslîmiyet miriye’
Belê Rohat jî xwe tev li vê berxwedanê kiribû. Dixwest ev hovîtî di tariyê de nemîne û bibe dengê berxwedanê. Lê hêzên tirk ji bo kiryarên wan ên hovane neyên aşkarekirin Rohat jî ji xwe re kiribûn hedef û ji milê xwe yê çepê ew birîndar kiribûn. Li gel Rohat bi dehan ciwanên kurd di jêrzemînan de asê mabûn. Lê belê guh nedidan bangên teslîmiyetê û bi berxwedana xwe peyama ‘Êdî teslîmiyet miriye’ didan. Hêzên dewleta tirk ên ji mirovahiyê bêpar ku li hemberî vê sekna bi rûmet har û dîn bibûn, di jêrzemînan de Rohat jî di nav de 137 ciwanên kurd bi awayekî zindî şewitandin. Her wiha di encama vê berxwedanê de nêzî 300 kes şehîd bûn.
Dê ala barxwedanê her bilind bibe
Hovîtiya dewletê ya ku li Cizîrê kir ku cenazeyên berxwedêran neyên naskirin. Di encama testên DNA’yê de malbatan cenazeyên xwe werdigirtin. Di 25’ê sibatê de jî cenazeyê şervanê heqîqetê Rohat Aktaş hat teşhîskirin û di 26’ê sibatê de jî li gundê wî yê Pirsûsê bi beşdariya bi hezaran hat definkirin. Belê em di 3’yemîn salvegera şehîdê berxwedana Cizîrê Rohat Aktaş de ne. Lê belê ew ala berxwedanê ya ku hat bilindkirin her li ba dibe. Di rewşa heyî de berxwedan li gelek qadan tê dayîn. Ya ku ji bo mîrate û wesiyeta berxwedana xwerêveberiyê bê kirin, avêtina gavên ber bi serketinê ve ne. Di roja me ya îro de jî bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi sedan girtiyên li zindanan û her wiha li gelek qadên din ew ala berxwedanê bilind dibe û dê heta serkeftinê jî her li ba be.
Belê Rohatê vîn ji pola, îro tu di nav stêrkên li asîmanên Kurdistanê yên ku rêya têkoşîna azadiya me ronî dikin de yî. Îro di dilê bi milyonan ciwan û gelê kurd de yî. Îro tu rêberê rêya me yî. Ez bawer im dema ku tu tev li karwanê azadiyê bûyî, te dizanî dê bi hezaran şopdarên te hilên. Erê em ê her şopdarê ew heqîqeta ku te bi vîn û giyana xwe pêşiya me ronî kirî, bin.