Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Daxwaz zelal e: Bila tecrîd bi dawî bibe

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatine destpêkirin, bi israr didomin. Çalakvan dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe, encam çi bibe bila dê çalakiya xwe berdewam bikin

Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û palamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdarê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de berxwedana Leyla Guven di roja 111’emîn de didome.

Bi destpêkirina çalakiya Guven re, bi heman armancê li ser navê girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî Denîz Kaya daxuyaniyek da û girtiyan jî ji 16’ê kanûna sala 2018’an ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Pêla çalakiyê ya li girtîgehan her ku diçe mezin dibe. Di vê çarçoveyê de jî li zêdetirî 63 girtîgehan zêdetirî 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Bi destpêkirina çalakiyan re jî zextên li ser girtîgehan zêde bûn. Li gorî agahiyan, li gelek girtîgehan vîtamînên pêwîst ji çalakvanan re nayên dayîn û rastî cezayên cuda tên. Girtiyên di çalakiyê de bi rêya malbatên xwe destnîşan dikin ku heta tecrîd tê şikandin, bedela wê çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe bidomînin.

Rewşa Yagiz Giran e

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê hatiye destpêkirin jî berdewam e. Li hêlekê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a endamê HDP’ê Nasir Yagiz ket roja 98’an û li hêla din jî çalakiya li nûnertiyê bi komên cuda bi awayeke dorveger tê kirin jî, didome. Li gorî agahiyan rewşa Yagiz giran bûye û êdî nikare razê. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve li Silêmaniyê hatiye destpêkirin û çalakiya li Mexmûrê jî berdewam in.

Çalakiyên li Ewropayê berdewam in

Li gelek welatên Ewropayê jî kurdistanî û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di nava liv û tevgerê de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi tevlêbûna 14 siyasetmedar û aktîvîstên kurd hatiye destpêkirin 72 roj li pey xwe hişt. Li hêla din çalakiya ciwanê kurd Îmam Şîş ku li Gallerê dabû destpêkirin di roja 72’yemîn de ye. Bi heman armancê, kurdistaniyan li ber avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger da destpêkirin.

Daxwaza çalakvanan

Her wiha li parçeyên din ên Kurdistanê û li gelek deverên din ên cîhanê jî gelê kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di çalakiyan de bi taybet jî bang li Konseya Ewropayê, CPT û hêzên navneteweyî tê kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê û dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar