Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kaya: Ji 1’ê adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand. Kaya da zanîn ku weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 1’ê adarê û şûnde li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Kaya got ku heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya wan bidome û ji bilî Ocalan tu kes nikare wan ji çalakiyê vegerîne

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Çalakiya Guven di roja 111’emîn de û çalakiyên 331 girtiyên li zêdetirî 67 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 73’yemîn de didome. Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya nameyek şand. Di nameyê de Kaya da zanîn ku ji 1’ê adarê ve dê li hemû girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin.

Nameya Denîz Kaya wiha ye:

Di serdemeke ku em berxwedanê weke girêdana bi bîranîn û armancên şehîdên me yên leheng ku afirînerên hemû destkeftiyên bi berxwedanên mezin ên tevgera me ya azadiyê hatine bidestxistin in dav bi dav dirêsin, di her kêlî û pêngaveke komplo û tecrîda li ser Rêber Apo ku xala hevpar a hemû xweşikahiyan e, em diyar dikin ku di nav rexnedayîna rêhevaltiya xwe ya kêm de ne. Bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger re, em hewl didin vê rêhevaltiya xwe ya kêm derbas bikin û em soz didin ku dê pêwîstiyên ber bi Rêbertiya xwe ve bixin meriyetê. Em li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’,  21’emîn komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar dikin ku em berxwedana xwe bi biryardarî mezin dikin.

Hemû parêzvanên pergala modernîteya kapîtalîst a ku xwe li azadiya civakê ranagire, xiyanet li jiyanê kirin, bi pergala dewletê re xwe rewa dîtin û di komployeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin, cih girtin. Bi vê yekê re jî xwestin pergalên xwe ava bikin. Lê ev 21 sal in nekarîn komployê bi ser bixin. Em di wê ferqê de ne ku bi vê boneyê dixwazin komployê nûjen bikin. Ji ber ku bi awayeke zelal dibêjin ku li hemberî avakirina pergala wan a dijberî demokrasî û azadiyê tekane hêza ku dibe astengî, Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê ye. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re ev tişt gotin. Bi qirkirin û komkujiyan ev yek gotin. Bi tepisandina gelê kurd a polîtîkayên şerê taybet re vê yekê rojane dibêjin. Îro em jî dibêjin ku; Rêber Apo navê jiyanê bi xwe ye. Weke şopdarên rêheval Kemal, Mazlum, Hayrî û Sarayan em jî dibêjin ku hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin. Ger wisa bibe, hûn ê nekarin nefesê bistînin. Berxwedana me ya niha gihaştiya wê biryardariya ku bikare tecrîdê bişikîne û nîşan daye ku em amade ne di vê oxirê de berdelan bidin. Êdî hemû kerr û koran bihîstiye ku weke gel û tevger, em li dora Rêberê xwe bûne xelek. Divê êdî her kes bizane ku her parêzvanekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ên ku dilê wan cedew girtiye, bi xiyanetkirina jiyanê, azadiyê, civakîbûn û heqîqetê re di dîrokê de cih girtine.

Weke dîlgirtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de, me sedemên berxwedana xwe bi hemû cîhanê re parve kiribûn. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me radibe, heta ku azadiya wî û şertên wî yên xebatê pêk tên, em ê tenê yek gavê jî paşde neavêjîn. Em niha li 67 girtîgehan bi tevlêbûna 331 hevalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi bawerî û bi israr berdewam dikin. Çalakiya ku parlamentera Colemêrgê rêheval Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de daye destpêkirin, ji derve bi biryardarî didome. Li parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî çalakî bi biryardarî didomin. Gelê me li berxwe dide, tevgera azadiyê li ber xwe dide û baweriya ku em ê li ser xeta serkeftinê bi ser kevin her ku diçe mezintir dibe. Li dijî faşîzmê ji bilî berxwedanê tu alternatîfeke me yê cuda nîne! Bi vê sedemê jî em weke kesên li zindanan, berxwedana xwe mezintir dikin. Bi hişmendî û biryardariya ku dê faşîzmê bi agirê berxwedana xwe bi rûxînîn, em çendanî û çawaniya çalakiya xwe bilind dikin.

Em radigihînin ku ji 1’ê adarê û şûnde weke girtiyên PKK û PAJK’ê, dê li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayeke hemwext dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku em ê di 1’ê adarê de bidin destpêkirin, heta ku tecrîd tê şikandin dê berdewam bike. Ji bilî Rêbertiya me, tu kes nikare me ji berxwedana me vegerîne. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me hebe, dê berxwedana me jî berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad birêsîn. Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî wekhevî  û azadiyê astenge, li ber xwe didin. Tecrîda li ser Rêbertiyê, li ser hemû kesî ye. Em bang li hemû kesî dikin ji bo şikandina tecrîdê tev li berxwedana me bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar