Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Kelarê mamosteyek ji bo rakirina tecrîdê ket greva birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kelar a Germiyanê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan tên destpêkirin belav dibin. Di vê çarçoveyê de mamosteyê bi navê Serdar Melih jî ji bo şikandina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê kir

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî  yali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, her ku diçe belav dibin. Di vê çarçoveyê li başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê heta Mexmûr û Silêmaniyê, gelek kes di greva birçîbûnê de ne. Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re û şikandina tecrîda li ser Ocalan, li Kelar a Germiyanê jî mamosteyê bi navê Serdar Melih dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ji bilî endezyar Herêm Mehmûd û mamosta Cuma Kerîm, îro jî mamostayê beşa werzîşê Serdar Melih jî dest bi çalakiya greva birçîbunê kir. Têkildarî çalakiyê  Melih anî ziman ku armanca çalakiya wî, şikandina tecrîda li ser Ocalan e û wiha domand: “Ne ku Ocalan ji ber ku rêbereke kurdane min ev çalakiye daye destpêkirin, Ocalan beriya kurdbûnê pêşengê azadîxwazî û demokrasiyê ye.”

Rêbaza çalakiyê

Melih got ku wî dixwest çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bide destpêkirin û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku ez mamoste me û xwendekarê min hene, her wiha dayika min nexweşe û ez li wê dinihêrim, min nekarî greva bêdem û bêdorveger bidim destpêkirin. Dê jiyana min a rojane bidome lê dê hefteyekê di greva birçîbûnê de bim.”

Li Kelarê çalakî belav dibe

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 24’ê vê mehê de endezyarê bi navê Herêm Mehmûd ku xelkê navçeya Kelarê ye, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Herêm berdewam dike. Herwiha piştî Mehmûd, li heman navçeyê Cuma Kerîm jî ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbunê kir. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar