Cemîl Bayik da zanîn ku niha bi pêşengiya Leyla Guven, girtiyan û çalakvanên din ên greva birçîbûnê destanek tê nivîsandin. Bayik got ku dewleta tirk di rewşeke pir zeîf de ye û divê gelê kurd bi awayekî xurt tev li berxwedanê bibe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tev li bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû. Bayik bal kişand ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê û destnîşan kir ku ji destpêkê ve xwe ji pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê berpirsyar dibîne.
Cemîl Bayik diyar kir ku Ocalan li ser vî esasî felsefe û bîrdozî pêş xist û wiha domand: “Di destpêkê de tesîra reel sosyalîzmê (sosyalîzma pêkhatî) hebû. Wê kir ku di hedefên Rêber Apo dayî pêşiya xwe de daîm wê li berçavan bigire. Lêkolîn dikir. Dît ku reel sosyalîzm armancên wî pêk nayîne. Her ku pratîk pêş xist, ev baştir fêm kir. Dît ku alavên reel sosyalîzmê, zêde xizmeta sosyalîzmê nakin. Heta ji gelek aliyan ve berevaj e. Çiqas xebatê bike jî hem ji bo gelê kurd û mirovatiyê pêş nakeve. Dema ku ew dît, bi demê re îdeolojî, felsefe, paradîgmaya xwe pêş xist. Piştî ku Sovyet hilweşiya, dît ku vê paradîgmaya ku dixwaze pêş bixe, rast e. Ango heqîqeta jiyanê, Rêber Apo arasteyî rastiyê kir. Di Rêber Apo de fikir û pratîk pêkve ye. Him difikire, him dike; dema difikire dike, dema dike difikire. Diyalektîkê wer dixe pratîkê.”
‘Ocalan tiştên kêrî sosyalîzmê neyên paqij kirin’
Bayik diyar kir ku bi qasî ku Ocalan dît ku hedefên wî bi wê paradîgmayê pêk nayê, bêhtir baweriya xwe bi xwe û paradîgmaya xwe anî. Bayik wiha pê de çû: “Li ser wî esasî jî bîrdozî, siyaset, xeta xwe ya têkoşînê, şêwazê xwe zêdetir pêş xist. Hêja Sovyet xirab nebûyî jî got ku, tiştên ku tên meşandin, tu eleqeya wan bi sosyalîzmê re nîn e û divê xwe biguherînin. Dema ku ev nirxandin hatin belavkirin, partiyên wê demê yên ku Sovyet esas digirin, gotin; ‘Ev li dijî sosyalîzmê ne’ û êrîşî me kirin. Derket holê ku ew ne sosyalîzm bû. Piştî ku ev dît baweriya xwe û paradîgmaya xwe pêş xist, xizmeteke mezin ji sosyalîzm û mirovahiyê re kir. Tiştên ku qirêj û bi kêrî sosyalîzmê nayên hemû paqij kirin. Sosyalîzm, demokrasî, azadî û wekhevî gihandin hev. Her ku diçe ev hê baştir tên fêmkirin. Ev jî hêviyeke mezin ava dike û li dora Rêber Apo çepgir, sosyalîst, ekolojîst, femînîstan kom dike. Li hêla din jî ev yek, Rêber Apo dike hedefa dagirker, xayîn û emperyalîstan.”
‘Em dixwazin manîfestoyekê biweşînin’
Di berdewamê de Bayik bal kişand ser rol û mîsyona PKK’ê ya navneteweyî û ev tişt destnîşan kir: “Çawa ku berê digotin divê Marks, Engels, Lenîn û yên din pêşengiya sosyalîzmê bikin, hêvî û daxwaziyek ji wan hebû û wan jî li ser vî esasî Enternasyonal a Yekemîn, Duyemîn û Sêyemîn pêş xistin; bi wan Enternasyonalan tevgera sosyalîst xurt bû. Niha jî sosyalîst, demokrat, kesên ku li dinyayê dijî faşîzmê têdikoşin, hêviyeke wisa ji Rêber Apo û PKK’ê dikin. Dibêjin divê PKK û Rêber Apo gaveke wisa biavêjin. Bi taybet û zêdetir jî jin vê dixwazin. Lewre Rêber Apo ji bo jinê xebateke pir mezin pêş xist. Niha jin zêdetir li rastiya xwe xwedî derdikevin. Her ku diçe, ew tevgerên jin pêş dikevin. Ev têkoşîn û hêvî bi têkoşîna Rêber Apo pêş ket. Îro jî divê PKK li wan hêviyan xwedî derkeve. Lewre lê xwedî dernekeve, li daxwazên azadî û demokrasiyê xwedî dernekeve, wê demê PKK dê xebatên ku heta niha kirî, pûç bike. Lewre bi êş, bi berdelên giran têkoşînek pêş xist. Encam bi dest xistin ji bo mirovahiyê û divê li wan jî xwedî derkeve. Hêvî û daxwazên wisa hene. Li ser vî esasî Tevgera me jî karekî wisa dimeşîne, dikarim wê bêjim. Niha em dixwazin manîfesti û bernameyekê bi pêş bixin. Li ser vî esasî mirov dikare rêxistinbûnekê bi pêş bixe. Ev pêwîst e. Lewre kapîtalîzm gihîştiye asteke global, êdî krîzeke mezin jî dijî. Hê jî ev krîz mezin dibe. Ev jî dike ku hêviyên hêzên demokrasî û azadiyê xurttir bibin. Ji bo wê jî lazim e, li dijî modernîteya kapîtalîst a global, divê Modernîteya Demokratîk a global jî bê pêşxistin. Ya rast jî ev e.”
‘PKK ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê hatiye avakirin’
Li ser pirseka têkildarî daxuyaniya Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrad Karayilan ku digot; ‘Amadekariyên me berdewam dikin. Em ê li Kurdistanê pişta dagirkeriyê li erdê bixin’, Bayik ev nirxandin kir: “Ew çawa dixwazin PKK’ê tasfiye bikin, kurdan di qirkirinê de derbas bikin, PKK jî nahêle ku tasfiye bibe û kurd di qirkirinê re derbas bibin. PKK bi xwe ji bo pêşîlêgiritna qirkirina kurdan hatiye avakirin. PKK tu caran fersendê nade vê, divê her kes vê bizane. Niha modernîteya kapîtalîst teknîka bilind daye dagirkeriya Tirkiyeyê. Hêviya gelê kurd gerîla ye. Wisa difikirin ku gerîla derbê bixwe dê encamê bi dest bixin. Dema ku sosyalîzma reel hilweşiya, modernîteya kapîtalîst propagandayek kir û got êdî sîstema modernîteya kapîtalîst li dinyayê hakim e û dê heta dawiyê bimeşe. Bi vî awayî dixwestin hêviyên hêzên sosyalîst bişikînin. Da ku kesên têkoşînê dimeşîne ji holê rabike. Lê di dîrokê de gerîla her tim hêza azadiyê ye. Her tim ji bo gelên pir hejar, zeîf hêzeke esasî ya azadiyê ye. Piştî ku sosyalîzma reel belav bû û şûnde, dixwaze ku gerîla jî tasfiye bikin. Ango dixwaze alternatîfan ji holê rake. Niha jî li dinyayê yên ku sosyalîzmê rast temsîl dike û di gelan û hêzên sosyalîzmê de hêviyê ava dike, gerîlayê Kurdistanê yên ku Rêber Apo pêş xistiye. Ji bo wê teknîk dane Tirkiyeyê. Xwestin derbê li gerîla bixin da ku bêjin, ‘Êdî gerîla ne hêza azadiyê ye’. Bi vê yekê xwestin gelê kurd, di şexsê kurdan de jî Rojhilata Navîn û mirovahiyê bê hêvî bihêlin.”
‘Bila Erdogan û Bahçelî ji bo xwe hêviyan çênekin’
Hevserokê Konseya Rêvêber a KCK’ê Cemîl Bayik bi lê kir ku çawa ku yên li dijî gerîlla taktîkan dimeşînin, gerîla jî taktîkan dimeşîne û dixwaze hêviyên gelan xurt bike û guhertinan dike. Bayik got ku bila Erdogan û Bahçelî hêviyên xwe xurt nekin û wiha pê de çû: “Bila nebêjin ‘Balafirên me yê keşfê hene, teknîka me heye, em ê bi vêya encamekê werbigirin’. Xwe dixapînin! Tu caran nikarin gerîla û PKK’ê tasfiye bikin. Nikarin wekî berê gelê kurd bikin kole. Êdî gelê kurd, derveyî azadiyê tiştekî qebûl nake. Biryara xwe daye, çi berdêl hebê jî daye pêş xwe, heta niha têkoşîna pêşxistî jî her tiştî diyar dike. Ji sifirê dest pê kir, îro gihandiye asteke pir bilind. Ji tunebûnê ev qas îmkan da çêkirin. Tu caran gelê kurd ji vir paş de naçe, dê pêş de biçe. Berê dostekî gelê kurd nebû. Lê îro gelek dostên wan çêbûn. Ji bo wê jî di destên gelê kurd, felsefe, îdeolojiyeke pir mezin heye. Ew di destê kesî de nîn e. Bi vê îdeolojî û felsefeyê, tu hêz nikarin li pêşiya PKK’ê û gelê kurd bisekinin. PKK’ê ji her alî de di xwe de hêzeke mezin û nûbûnek çêkiriye. Kes nikare pêşiya vê hêzê bigire. Ji bo wê jî şerê wan yê psîkolojîk wê bi ser nekeve. Guhertinên ku gerîla di xwe de çêkiriye wê di demên pêş de jî diyar bibe.”
‘Destaneke nû tê nivîsandin’
Bayik li ser pirsa der barê salvegera Destana Zapê ev tişt destnîşan kir: “Zap girîng e. Di dîrokê de cihekî xwe heye, taybet e. Lê ji bo me ne tenê salvegera Zapê esas e. Di dîroka PKK’ê de gelek destan hene. Salvegerên wan dibe sedema destanên nû. Dîsa her şehadetek dibe sedema ku têkoşîn hinekî din mezin bibe. Ev rastiya Rêber Apo, PKK’ê û milîtaniya PKK’ê ye. Îro jî bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, hevalên zindanan û yên din destaneke mezin tê jiyîn. Her kes vêya dibîne. Derveyî kurdan jî gelek kes hêzê ji vê digirin û tînin ziman jî. Diçin gel Leyla Guven, Nasir û hevalên din û dibêjin ku; ‘Destana ku tê nivîsandin, rûh dide me, zeîfî û kêmasiyên me, şerma me dide rûyê me. Em ê çawa xwe ji vê şermê rizgar bikin.’ Ji bo wê jî li derdora wan ev çalakî mezin dibin. Ev destan jî dê sibe bibe bingeha destaneke mezintir, ev rastiya vê tevgerê ye.”
Banga piştgiriya bi girtiyan re kir
Di berdewamê de Cemîl Bayik bi lêv kir ku divê her kes têkiliyên xwe yên bi girtiyên din zindanan de xurttir bikin û wiha got: “Dikarin biçin ber deriyê zindanan, bimeşin, kom bibin, çalakiyan bikin. Ev malbat lazim e xîtabî civakê, hêzên demokrasiyê û sosyalîst, humanîst, saziyên mafên mirovan bikin. Li ser wî esasî lazim e malbat nesekinin. Her dem di kar û xebatan de bin. Ya ku ji wan tê xwestin, xwedîderketina li xwe û li zarokên xwe ye. Li têkoşîn, ked, hest û êşên wan xwedî derketin e. Divê bi xwe re civakê jî têxin nav tevgerê. Ger ku malbatên hevalên zindanan xwe baş rêxistin bikin û pêkve tev bigerin, li zindanan xwedî derkevin, ev malbat ne kêm in. Bi hezaran e. Mirov û nasên wan hene. Dibin hejmareke pir mezin. Dewlet nikare pêşiya vê bigire. Lazim e, bi cesaret, bi biryar tevbigerin. Hevalên zindanan derfetên wan jî tune ne di bin wan zor û zehmetiyan, di bin îşkencê de, çalakiyeke dîrokî û destanî pêş dixin û vê jî ne ji bo xwe dikin. Ji bo yên derve û azadiyê, gelê Kurdistan û mirovahiyê dikin. Yên li derve şert û mercên wan, îmkanên wan ji yê hevalên zindanê ji her alî ve baştir e. Ger ku hevalên li zindanan her tiştî didin berçavên xwe û di wan bêderfetiyan de vê çalakiyê pêş dixin, lazim e yên derve hê zêdetir van çalakiyan pêş bixin. Niha Serok Apo li Îmraliyê di berxwedaneke mezin de ye. Gelek heval û welatparêzên li Tirkiye û Kurdistanê di zindanan de di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Yên derve lazim e têkiliyên xwe û yên zindanan bikin yek. Her roj dikarin telefonan bikin, li deriyê zindanan bin, her tim di nava têkiliyan de bin û hevalên li zindanan bi tenê nehêlin. Lewre yên zindanê ji bo wan vê çalakiyê pêş dixin. Li ber çavan e, faşîzm zilmeke mezin li ser civakê dimeşîne, ew jî dixwazin vê faşîzmê hilweşînin, bişikînin da ku azadî û demokrasî pêş bikeve. Madem ên ku li zindanê ji bo wan vê çalakiyê pêş dixin, yên derve zêdetir li xwe xwedî derkevin. Di vir de kêmasî hene, divê ev kêmasî ji holê rabin. Dewlet pir ditirse, pir zeîf e. Dixwaze bi îşkencê û zilmê pêşiya vê çalakiyê û gel bigire.”
‘Li ser navê kurd çi hebe rastî êrîşê tê’
Bayik axaftina xwe wiha domand: “Hinek parlamenter bi tenê dimeşin. Helbet dê dijmin êrîşî wan bike. Ev parlamenter îradeya vî gelî ne. Divê li îradeya xwe xwedî derkevin. Dema ku ew dimeşin, lazim e gel jî bi wan re bimeşe. Bi hev re bimeşin, nikarin êrîşî wan bikin. Bike jî nikarin encamekê werbigirin. Lê li ciyekî wekî Amed sed kes bimeşe, helbet dê bikaribin êrîş bikin. Nîvê Amedê jî rabe, ji êrîşê biqerin, ew ê hewil bidin xwe veşêrin. Lazim e mirovên me vê bikin. Êdî di bin vê wehşetê de mirov nikare bijî û mirovahiya xwe biparêze. Lewre êrîşî her tiştê xwe dike. Cîzre Spor çû Antalyayê ku bi gokê bilîze, çûn êrîşî wê kirin. Êrîşî Amed Sporê dikin. Ango bi navê kurd çi hebe, dixwazin ji holê rabikin. Dibêjin an hûnê teslîmî me bibin, an jî em nahêlin hûn bijîn. Vê aşkere dibêjin. Kurd xwedî şeref û keramet in. Binêrin, di zindanan de ji bo ku şeref û kerametê vî gelî biparêzin, hevalên li zindanan li gel ku şert û mercên wan jî tune ne, îmkanên wan jî nîn in, di bin îşkence û zilmê de jî li kerametê gelê kurd xwedî derdikevin. Lazim e, gelê me vê bibîne. Divê bêje, ‘Êdî bes e, em vê qebûl nakin! Divê li ser Rêber Apo tecrîd rabe, li ser zindanan îşkence rabe, li ser me ev tecrîd, kuştin, talan, zilm bi dawî bibe.’ Divê vê aşkere bîne ziman û ji bo vê çi berdêl lazim be, bide ber çavên xwe. Wê demê ew dewleta tirk a faşîst wê paş de gav bavêje.”
‘Bi berxwedanê Amed bû gor Esat Oktay’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyand ku ew dewleta tirk baş nas dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku mirovan zeîf bibîne, tê ser mirovan. Lê dema ku bibîne mirov xwedî bîryar e, ji mirinê natirse, paş de gav diavêje. Çima berê hevdîtin çêdikirin? Lewre tevgera me xurt bû, her roj gav diavêtin. Ji bo wê mecbûr dibûn ku hevdîtinan çêbikin. Da ku bikaribin xwe amade bikin, ji zeîfiyetan derkevin, ku bikaribin li dijî tevgera gel bisekinin. Berê jî di zindanan de grêva birçîbûnê pêş ket, pir tengav bûn, çûn bi Rêber Apo re axivîn da ku grev bisekinin ku ji wê tengasiyê derkevin. Berxwedanê ew çêkir. Lazim e mirov li dîrokê jî binihêre. Di 12’ê Îlonê de, li zindana Amedê, hemû hovîtî kirin. Dixwestin wir bikin goristana PKK’ê û kurdan. Hevalê Mazlum, Xeyrî, Kemal û ew li dijî vê sekinîn. Di encamê de çi bû? Amed ji bo Esat Oktay bû goristan. Ango daîm berxwedan mirovan bi ser dixe. Ger ku mirov xwe bide alî, bê bila zerar neyê ser min, wê demê dijmin encamê werdigire. Ger ku malbatên hevalên li zindanan, bêjin ev dewlet hemû tiştên me binpê dike, divê em li hemberî wê bisekinin. Wê demê ev dewlet nikare tiştekî bike. Ya rastî ev e, lazim e vê bikin.
Ew tecrîda li ser Rêber Apo pêş dikeve, ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser me ye, li ser mirovahiyê tevî ye. Heta ku tecrîd li ser Rêber Apo hebe, tu caran li Tirkiyeyê edalet, demokrasî û azadî peş nakeve. Doza kurdan çareser nabe. Lewre hedefa tecrîdê dixwaze demokrasî û azadiyê, deskeftiyê kurdan, heta kurdan ji holê rabike. Heta ku tecrîd berdewam bike, yê vê siyasetê jî berdewam bikin. Ji bo wê lazim e em tecrîdê bişikînin. Ku me tecrîd şikand, faşîzm hildiweşe, demokrasî û azadî pêş dikeve. Em ji zilmê xilas dibin. Binihêre her roj heqaretan dikin, mirovan digirin. Em her roj şehîdan didin. Di vê çalakiyê de jî mimkun e ku em şehîdan bidin. Şehîdên ku em di vê çalakiyê de bidin yê kêmtir bin, destkeftiyên wê zêdetir bin. Lazim e kes hestiyar û bi bertek kes nêz nebe. Lazim e em têkoşîna xwe bi zanebûn, bi biryar û cesaret bimeşînin. Kes bi hestiyarî û bi bertekan qezenc nake. Niha em bi cesaret têkoşîna xwe dimeşînin. Li derve jî dibe, li zindanan, derveyî welat. Li ku be bila be, ev ruh dide her kesî. Lazim e em li dijî xwe tevnegerin. Divê em vê pêngava dîrokî ya ku me dayî destpêkirin xurttir bikin, tiştekî ku em winda bikin nîn e, dê dagirker winda bikin. Me tiştên ku berê winda kirin, bi têkoşînê qezenc kirin, em ê bi têkoşînê biparêzin. Leyla Guven beriya her kesî ev fêm kir, her kes jî li dora wê kom bû. Her ku diçe dostên wê jî zêde dibin. Her kesên ku di nava vê têkoşînê de cih digirin, ez wan silav dikim, serkeftinê ji wan re dixwazim û dibêjim, em ê bi ser bikevin!” BEHDÎNAN