Çeteyên DAIŞ’ê careke din êrîşî gundekî navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê kir û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû
Şevê din saet di 22.30’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Yusif Beg ê navçeya Xaneqînê ya Diyale kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşa Xaneqînê hatine girtin, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gund de pêşmergeyê bi navê Ebas Hisên ê 34 salî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşê reviyan e.
Ji serê salê ve ev çend car in çeteyên DAIŞ’ê li herêma Xaneqînê êrîşî gundan dikin lê belê li dijî çeteyan hêj operasyoneke berfire pêk nehatiye. DIYALE