Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiyên piştevaniyê

Di çarçoveya piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re, HDP’a Mêrdînê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Di heman demê de namzetên hevşaredariyê yên Cizîrê û endam û rêveberên navçeyê jî ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de, kart şandin

Çalakiyên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin.  Di vê çarçoveyê de HDP’a Mêrdînê li ber Girîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyek da. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî rêveberên HDP’ê ji girtiyên di grevên birçîbûnê de, qert şandin.

Di vê çarçoveyê de HDP’a Mêrdînê ji bo ku balê bikişîne ser çalekiyên greva birçîbûnê, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya çalakiyê parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk ji bo hevdîtina bi girtiyan re bi rêveberiyên girtîgehê re hevdîtin kir. Lê rêveberên girtîgehê destûra hevdîtina bi girtiyan re neda. Li ser vê yekê jî Çelîk û rayedarên HDP’ê ji malbatên girtiyan agahî girtin.

Rêveberiya girtîgehê destûra hevdîtinê neda

Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku moralê girtiyan baş e û banga piştvaniyê li raya giştî kirin. Piştî hevdîtina bi xizmên girtiyan re jî bi tevlêbûna parlamenter Çelîk û gelek endam û rêveberên HDP’ê yên Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Çelîk bertek nîşanî destûr nedayîna hevdîtina bi girtiyan re û wiha domand: “Ev bêhiqûqî ye. Mafên parlamenterekî yên qanûnî hatine binpêkirin. Ev nîşaneya tecrîdê ye. Ji bo rakirina tecrîda ku bi salan e didome, divê her kes mafên xwe yên demokratîk bikar bîne.”

Bang li wezareta dadê kirin

Di berdewamê de jî Çelîk destnîşan kir ku li Girtîgeha Mêrdînê yek jê jin bi giştî 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ji 1’ê adarê û şûn de jî dê hemû girtîgeh bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em bang li wezareta dadê û hemû saziyên rayedar dikin ku ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê wan tê bikin. Em dibêjin ku divê di demekî herî kin de tecrîd bi dawî bibe. Em naxwazin ku hevalên me jiyana xwe ji dest bidin.”

Qert şandin girtîgehê

Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî di nav de gelek endam û rêveberên HDP’ê yên Cizîrê ji girtiyên di grevên birçîbûnê de ne, qert şandin. Namzet, rêveber û endamên HDP’ê hestên xwe li ser qertan nivîsandin û dan postaxaneyê. MÊRDÎN-ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar