Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şervana YPJ’ê: Me dawî li xîlafeta DAIŞ’ê anî

Li Dêrazorê komên çete yên DAIŞ’ê yek bi yek ji hêla şervanên HSD, YPG û YPJ’ê ve tên girtin. Şervana YPJ’ê Roj Engîzek van kêliyan wiha vedibêje: “Hûn dibînin. DAIŞ’iyên ku li Rojhilata Navîn dewlet dîl digirtin, niha li bin pêyên me ne. Me jinan dawî li xîlafeta DAIŞ’ê anî.”

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) ya li Dêrazorê berdewam in. Armanca sereke ya HSD’ê rizgarkirina sivîlên ku ji hêla DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî tên bikaranînin. Di 4 rojên dawî de nêzî 10 hezar welatiyên sivîl ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di heman demê de di operasyonên HSD’ê bi sedan çete hatin girtin û ji wê zêdetir jî teslîm bûn. Jinan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke dîrokî da. Endamên YPJ’ê yên ku DAIŞ’iyan dîl digirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivîn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li gundê Baxoz a Hecînê ya Dêrazorê asê mane, kêliyên xwe yên dawîn dijîn. Bi operasyona ku bi navê ‘Bahoza Cizirê’ li dijî DAIŞ’ê hate destpêkirin, rojane bi sedan sivîl ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin. Sivîl piştre jî li kampan tên bicihkirin.

Ji gelek welatan çeteyên DAIŞ’ê

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku xîlafeta xwe li Sûriye û Iraqê ragihand, êrîşên destpêkê li dijî jinan û civaka êzidî pêk anîn. Jin, zarok û zilamên êzidî yên hatin dîlgirtin, dest û pêyên wan bi zincîran girê dan û li bazaran hatin firotin. Balkêş e ku niha jî endamên YPJ’ê çeteyên DAIŞ’ê dîl digirin, dixin yek rêzê û wan di lêpirsînê re derbas dikin. Piştre van çeteyan li kamyonan bar dikin û dişînin. Di nava van çeteyan ji hemwelatiyên Fransayê heta yên Almanya, Sirbistan, Erebistana Siûdî, Iraq, Danîmarka, Slovenya, Hollanda û Kazakîstanê, ji gelek netew û dewletên cuda hene.

‘DAIŞ niha li bin pêyên me ye’

Têkildarî van kêliyên dîrokî ji şervanên YPJ’ê Roj Engîzek wiha dibêje: “Dema ku me çete li erebeyê siwar dikir, rûyê xwe vedişêrin. DAIŞ’iyên ku li Rojhilata Navîn dewlet dîl digirtin, niha ji hêla me ve tên dîlgiritn. Hûn jî dibînin. Em zilmê li cihê tariyê dest pê kiriye bi dawî dikin. Îro DAIŞ li bin pêyên me ye. Dijminatiya 5 hezar salan a li dijî jinê, îro hatiye vî halî. Ev yek bi destê jinê bi ser ket. Jinan ev yek bi ser xist. Me xîlafetiya DAIŞ’ê têk bir. Rastiya vê yekê wekî vê dîmênê ku hûn dibînine.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar