Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ziman dayik e!

Li cîhanê, 21 sibatê wekî roja ‘Zimanê Zikmakî’ hatiye pejirandin. Her wiha, bi boneya vê rojê, di serî de saziyên yekitiya miletan û çapemeniya cîhanê, her sal rewşa zimanên di bin gefa tunebûnê de bi bîr dixînin, hişyarî û şîretên xwe li desthilatdaran dikin ku zimanên di bin gefa windabûnê de biparêzin.

Desthilatdar û karbidestên dinyayê bi rêve dibin, xwezaya dinyayê ji ber berjewendiyên xwe tune dikin, lê herdemê jî, konferans û komcivînên “rizgarkirina xwezayê” li dar dixin, bangewazî û belavokan diweşînin û hinek biryaran werdigirin. Lê kar û barê texrîbat û talana xwezayê ranaweste, êdî gerangoka em li ser dijîn, bi qasî gemara desthilatdariya xwe qirêj kirine.

Di sedsala 21’emîn de, şêwaza modernîteya kapîtalîst -pirsgirêk û kêmasiyan tîne ziman, lê pêwîstiya çareseriyê ji bîr dike- mîna ku ji rêzê be, êdî dixwazin mirovahiyê fêrî vê yekê bikin. Heman danezana koma miletan e, sînor û xêzên maf û edaletê hemû rêzkirî ne, hemû dewletan îmze avêtine binî. Lê tenê ji bo nakokiyên di navbera hêzên desthilatdar û berjwendiyên wan de bi kar tînin.

Tunekirina miletekî, qedexekirina ziman, çand û huner û mêjûyê pêkateyekê an neteweyekê, di danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di ketegoriya sûc û tewana li hemberî mirovahiyê de hatiye destnîşankirin. Di danezana Mafên Mirovan de, (reng, nijad, ol, bawerî, ziman, çand û civak…) xalên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî ne. Lêbelê, di rastiya xwe de, yek ji van xalan heya niha pêk nehatiye. Her hêz û dewletek van mijaran li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Bi kurtasî, dema mijar dibe mijara ziman, em kurd jî, mîna hemû nakokiyên xwe yên navxweyî vê mijarê jî dihetikînin.

Dinya, alem, dîrok û zanist jî dizane ku ziman nasname û hebûna miletekî ye. Windabûna zimanekî, windabûna rastî û reseniya neteweyekê ye. Nîqaş û gengeşiya li ser vê mijarê, bêwate û bêfêde ye.

Niha, mirov têdigihîje ku ji ber dabeşkirina welatê me û qedexeyên li ser zimanê me, sed sal in bi xwe re gelek pirsgirêk peyda kirine. Lêbelê mirov reva ji zimanê dayika xwe, bêxemî û îhmalkirina zimanê zikmakî, israra axaftina zimanê dagirkeran fêm nake.

Mîna ku tiştekî ji rêzê be, xwe bi xwe asîmîlekirin, zarok û zêçên xwe, bi destê xwe ji zimanê zikmakî tê dûrxistin. Bi şev û roj rêzefilmên pergalê û heyraniya çand, huner û jiyana van pergalan di mala xwe de tîmarkirin. Gelo bi çi hincetê, mirov zimanê dayikê biparêze û forta zimanparêziyê li xwe bike!

Gelo jiyanek evqas tijî nakokî, ma qedera me ye? Bo çi em canê xwe û bedelên herî giran, ji bo doza welatê xwe didin? Lê xuya ye ku yê welat dike netewe ziman e lê em vê paşguh dikin.

Di vê serdema teknolojiyê de, meriv dikare her babetê bişopîne û bibîne. Ez çend sal in li gorî derfetên xwe dişopînim, ji çapemeniyê û van tevnên civakî, ta pirtûk, çand û hunerê, ji wêje û dîtbariyê, ta xebatên ziman. Naxwazim mafê kesan înkar bikim, lêbelê, hewldanên ji bo van beşan hemûyan, gelekî lewaz û cihê mixabiniyê ye. Bi taybetî di jiyana rojane de, dikarim gelek mînakan bînim ziman.

Di jiyana rojane de, her wiha zimanê rojeva li ser mêjuyê civakê tê pêşkêşkirin gelekî girîng e. Dema guhên xwe didim zanyar, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û piraniya şepalên parveker, hîngê pê dihesim ku qedera zimanê me mîna qedera kurdan ku di kolan û binerdên siyaseta navneteweyî de, asê û niximandî bêxwedî maye!

Ango dema mirov rexneya vê rastiyê tîne ziman, pêwîst e ku pêlek di bin navê ‘kurdnivîs’ yanê ew ên xwe ji bo parvekirin û xwedî derketina li ziman dibînin jî, ji bîr nekin ku di bin navê parastina ziman de, xwe ji rojeva bingehîn a civakê qut kirine. Tu dibêje, ji bilî leqirdî, henek û mijarên vala, tiştekî bi kêrî civakê, ji wan nayê. Lê tişta herî kambax ew e ku îmajek negatîf li ser mêjiyê civakê peyda dike, mîna ku nivîsandina bi kurdî, tenê ji bo tişt û miştokên vala be! Her wiha, ev jî dibe sedemek psîkolojîk ku ên bi zimanê dagirkeran dinivîsin û parve dikin, hîn zêde di şaşiya xwe de israr bikin.

Baweriya min e, belkî jî hinek ji xwe re tûj û teng bibînin, her dezgehek, her organek, an çi xebat û berhemek bi zimanê dagirkeran bê kirin, an avakirin, wê prosentek ji asîmîlekirin gelê me zêdetir bibe. Zimanê dagirkeran, pêwîst e tenê di jiyana me de, ji ketegoriya mecbûriyetê derbas nebe.

Zimanê meriv, dayika meriv e!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar