Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Bêyî ku kul bike qul dike

Abdulkerîm Yagiz ku bajar bi bajar digere û guhan qul dike wiha got: “Di nav rojê de cihê ku diçimê gelek digerim. Gund dibe bajar dibe, ferq nake. Wesayîta xwe datînim cihekî û bi pêya digerim. Li gorî devokên herêman bang dikim û mirovan vedixwînim qulkirina guhan.”

Çanda guhar di nav kurdan de xwedî dîrokeke kevn e. Di dîrokê de malbatên kurd ên ku zarokekekî wan ê lawîn tenê çêbûbe, ji bo nîşana tenetiyê guhar xistine guhê wî. Di şer û pevçûnên nav kurdan de dema kesên wiha dîl ketine destê neyarên xwe, ji ber tenetiya xwe dest li wan nehatiye dayîn û hatine azadkirin. Li gel vê taybetmendiya xwe jî niha guhar piranî ji aliyê jinan ve tê bikaranîn û gelek kes bi vî karî re mijûl dibin.

Piraniya kesên ku bi vî karî re mijûl dibin, li bajaran cihên wan hene û bi teknîkeke pêşketî guhê jinan qul dikin û guhar dikin guhên wan. Lê Abdulkerîm Yagiz (55) ku li Êlihê rûdinê, berovajiyê vê yekê gund bi gund û bajar bi bajar digere û bi karê qulkirina guhan re mijûl dibe. Me li Êlihê xwe gihand Yagiz û çîroka karê wî jê hîn kir. Yagiz di sala 1988’an de dest bi karê qulkirina guhan dike û 31 salên bênavber didomîne.

Guharên zîv û hesên difiroşe

Di nav vî 31 salî de Yagiz ji bo vî karî bi hezar caran li bajarên mîna Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Amed, Mûş, Sêrtê geriyaye û guhê bi hezaran zarokên keç û jin qul kiriye. Her cara ku derketiye vê ger û geştê bi qasî hefteyekî li derve û ji mala xwe dûr maye. Hin caran li malan û hin caran jî di wesayîta xwe de şevên xwe derbas kiriye. Yagiz bi awayekî ji xwe bawer dibêje ku bi profesyonelî bêyî ku xwîn û kul bike, guhan qûl dike.

Her çiqas li bajar cihê wî tune be û li gund û bajaran bigere jî ji bo qul kirina guhan Yagiz jî teknîkê bi kar tîne. Guhan bi makîneya guhan (demançe) bi 10 TL’yî qûl dike. Yagiz got ku guharên zîv û hesên jî difiroşe û piştî qulkirinê, kesên bixwazin guharên ji 5 TL’yî bigire heta 100 TL’yî bi guhê wan ve dike. Yagiz nêzî 10 cure guhar difiroşe û ji Stenbolê jê re guhar tên. Ji bilî guhan dem deman ji bo xizêman pozan jî qul dike.

Li gorî herêman bang dike

Yagiz bi van gotinan “Di nav rojê de cihê ku diçimê gelek digerim. Gund dibe bajar dibe, ferq nake. Wesayîta xwe datînim cihekî û bi pêya digerim. Li gorî devokên herêman bang dikim û mirovan vedixwînim qulkirina guhan. Piranî mehên bihar, havîn û payîzê dixebitim. Mehên zivistanê jî kesên dixwazin guhên xwe qul bikin, tên mala min ez li mala xwe guhên wan qul dikim” qala karê xwe kir û zehmetiyên karê xwe anî ziman.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar