Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Polîsên alman çalakvanê greva birçîbûnê Tûzak binçav kir

Bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Kolnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re meşiyan. Lê polîsên alman êrîşî çalakvanan kir û Mustafa Tuzak ku 49 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye, binçav kir

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dehan hevparên rêxistin û saziyan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiya grevên birçîbûnê re, bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ civiyan. Di çalakiyê de bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û Leyla Guven û hevalên wê silav kirin.

Bi hezaran welatiyan di danê sibehê de berê xwe da Koln Deûtzer Werftê. Girseyê dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Di çalakiyê de endamên KCDK-E, NAV-DEM, FCDK, FED-MED, Hewldana Gurgumê, AVEG-KOM, PKAN, ATÎK, YJKE, FEDA,Partîzan, SKB, YS, Agif, Alinterî, MLKP, HBDH û çalakgerên Nurnberg, Dûîsbûrg ve Kassel û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn.

Bang li welatên ewropî kirin

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku grevên birçîbûnê di qonaxa kiritîk de ye û bêdengiya li dijî çalakiyan nayê qebûlkirin. Çalakvanan  bang li saziyên Ewropayê jî kirin ku ku di zûtirin dem de bikevin nava liv û tevgerê.

Li ser banga hevpar a saziyan hevparên platforman li hev civiyan û hate diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan, Nasir Yagiz, çalakgerên Strasboûrgê, Îmam Şîş û grevên birçîbûnê yên li Mexmûr, Swîsre, Hollanda, Awûstûrya, Almanya û Kanada didomin.

Tûzak bin çav kirin

Çalakgerê greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak ku beşdarî çalakiyê bûbû ji aliyê polîsan ve bi hinceta wêneyê Ocalan li ser bedena wî ye hate derbkirin û ji herêmê hate dûrxistin. KOLN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar