PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Buldan: Gelê Silopiyayê biryara xwe daye

HDP’ê li Slopiyayê buroya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina buroyê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan got ku gelê Silopiyayê moral daye wan û piştre jî bal kişand ser grevên birçîbûnê. Buldan bang li hikûmetê kir ku daxwazên çalakvanan bi cih bînin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pê re, piştî li tûa ku li navenda Sîlopiya ya Şirnexê avêtin, tev li vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Dicleyê bûn. HDP’iyên ku bi konvoyeke dirêj ketine taxê, bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana HDP’ê’ hatin pêşwazîkirin. Dema ku navên rêveber û parlementerê HDP’ê yên berê yên girtî hatin anonskirin, girseyê dirûşma ‘Silopî bi we serbilind e’ berz kirin. Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê de bi hezaran kes amade bûn.

Di merasîma vekirina buroyê de namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê Adalet Fîdan anî ziman ku gelê Silopiyayê biryara xwe daye û serkeftin li gel pîroz kir. Piştre jî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk axivî û girse silav kir. Ozturk kesên li Cizîr û Silopiyayê di dema berxwedanên xwerêveberiyan de hatine qetilkirin bi bîr xist.

‘Ji bilî şer tiştek di destê wan de nemaye’

Dema ku Ozturk bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girseyê dirûşmên ji bo Ocalan berz kirin. Ozturk axaftina xwe wiha domand: “Yên ku şer dixwazin,  tecrîdê giran dikin. Rêveberên vî welatî ji bilî kuştinê ti tiştekî din na axivin. Êdî tişekê ku ji bo gelan bibêjin nemaye. Dengê Ocalan dengê aştiyê ye. Ji bo ku aştî pêş bikeve hevalên me di greva birçîbûnê dene.”

‘Silopiyayê biryara xwe daye’

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan jî diyar kir ku Botan li ber xwe dide û dema ku Silopiya li ber xwe dide, Kurdistan jî li ber xw dide. Arslan da zanîn ku dê hesaba polîtîkayên qirkirinê ji AKP’ê bi pirsin. Piştre jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan di serî de gel silav kir û wiha got: “Hûn taca serê me ne. We moraleke pir mezin da me. Silopiyayê, Şirnexê û Hezexê biryara xwe daye. Dê Şirnex bi hemû navçe, bajarok û li navendê careke din dîrokê binivîse.”

‘Em ê hesaba Sêvêyan bipirsin’

Pervîn Buldan piştre destnîşan kir ku di dema qedexeya derketina kolanan de mal hatin şewitandin, mirov hatin qetîlkirin û êşên pir mezin hatine jiyîn. Buldan bi lêv kir ku tevî van êş û eleman jî gelê Silopiyayê tu carî serî netewandiye û wiha derbirî: “Me dayika Taybet ji bîr nekiriye. Me rêhevalên xwe Pakîze, Sêvê û Fatma ji bîr nekirine. Em soz didin rêhevalên xwe ku dê hesabên wan bipirsin.”

Ji Guven re silav şand

Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez silavên xwe ji Leyla Guven re dişînim. 115 rojin di greva birçîbûnê de ye. Tekane daxwaza wan, hevdîtina bi Ocalan re ye. Lê hikûmet vê daxwaza rewa jinedîtî ve tê. Ji bo pêşîlêgirtina encamên nebaş em dixwazin ku daxwazên wan pêk bên. Divê wezareta dadê li gorî qanûnên xwe tevbigere.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar