Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê girtiyên nexweş bên berdan

 Endamên Şaxên ÎHD’ê û parazvanên mafên mirovan bi armanca balê bikişînin ser tenduristiya girtiyên nexweş li 2 bajaran daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan di daxuyaniyan de xwestin girityên nexweş bên berdan

Komisyonên Girtîgehan ên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  û Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li 2 navendan daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Parazvanên mafên mirovan li Edene û Stenbolê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê ku her hefte daxuyanî dide, vê hefteyê jî li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî da û bal kişandin ser girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê Mehmet Emîn Oruç. Endam û rêveberên HDP û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan, di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Oruç bê berdan” vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Komê dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Berdevka Komîsyona Girtîgehan Prz. Zelal Demîray daxuyanî da û diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD’ê li Tirkiye 402 jê giran bi giştî Hezar û 154 girtî nexweş in.  Demîray anî ziman ku ji bo tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin ji 1’ê adarê û şûnde li hemû girtîgehan dest bi grevê kirine û xwest daxwazên girtiyan pêk bê û tecrîd bi dawi bibe.

Prz. Demîrel, herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Oruç û wiha got: Oruç 2 caran anjiyo bûye. Gelek kîlo winda kiriye. Mehmet Emîn Oruç û girtiyên din divê bi lez bên berdan.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’e ya Stenbolê jî bi heman armancê xwestin di hefteya 362’an de li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” pêk bînin. Lê polîsên ku qad dorpêç kiribûn dîsa destûr nedan. Komîsyonê vê cari li ber avahiya ÎHD’ê ya li Kolana Taksîmê daxuyanî da çapemeniyê. Li vir jî malbat û parazvanên mafên mirovan heman pankart, dowîz bilind kirin û heman dirûşme berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser çalakiya Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Endama Komîsyona ÎHD’ê Hatîce Onaran, anî ziman ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe 115 rojin di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Piştî Guven dest bi grevê kir, li girtîgehên din jî çalakî her ku diçe belav dibin. Divê dewlet hiqûqa xwe pêk bîne.”

Onaran anî ziman ku Tokmak di kanûna 1992’an de hat binçav kirin û piştî îşkenceyê hat girtin. Onaran da zanîn ku ji ber Tokmak bi tirkî nizanibû, xwest bi kurdî îfade bide û wiha got: “Fatma Tokmak, ji ber îşkenceyê dilê wê zerar dîtiye. Tokmak bi rapora Saziya Tipa Edlî di 2006’an de hat berdan. Piştî dadgehê cezayê wê erê kir, di 2010’an de dîsa hat girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye. Gelek nexweşiyên wê hene û divê bê berdan. Divê Fatma Tokmak bê berdan û tecrîd bi dawî bibe.” EDENE / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar