Ji bo piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê çalakiya firandina nepoxan pêk anîn. Di çalakiyê de jinan got ku ew dixwazin tevî Leyla Guven, hemû girtiyên di grevê de bijîn
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, ji bo piştgiriya bi hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 115 rojin di greva birçîbûnê de ye û hemû girtiyên di grevê de, çalakiya firandina nepoxan pêk anî.
Jinên ku li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Semta Alsancak a Konak a Îzmîrê kom bûn, dirûşmên ‘Em ne şer, aştiyê dixwazin’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Semra Uzunok axivî û wiha got: “Em ê li dijî şer û kedxwariya jinan, di 8’ê adarê de li qadan bin. Em dibêjin di şexsê Leyla Guven de, bila hemû girtiyên di greva birçîbûnê de bijîn. Em naxwazin kes bimire. Hem hemû bi rengên xwe bi hevre azad bijîn.”
Piştî axaftina Uzunok, jinan dirûşm û tililî berz kirin û nepoxên spî û xemrî firandin. ÎZMÎR