Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Têkçûna DAIŞ’ê û xemgîniya Erdogan

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya rizgariya ji çeteyên DAIŞ’ê êdî bi temamî bi serdikeve. Ev çeteyên ku bi qetlîam û tunekirina berhemên çandî zilm li ser gelê herêmê dikirin êdî berbi xilasbûnê ne. Vê rêxistina terorîst bi tirs û xofê li herêmê û gelek deverên cîhanê xwe birêxistin kir. Ev çete di aliyê leşkerî de nefesa xwe ya dawî distîne.

Van çeteyan bi dagirkerî, tecawiz û kuştinan gef li pêşeroja gelan dixwarin. Çete li ser axeke biçûk mane û li hemberî wan opesyona dawî hat destpêkirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ji bo parastina nirxên mirovahiyê gelek bedel dan, bi hezaran sîvîl rizgar kirin û hê jî sîvîlan rizgar dikin lê mixabin behsa kirinên baş ên HSD’ê nakin. Şervanên HSD’ê hemû cîhan ji belaya DAIŞ’ê rizgar kir lê îro li hemberî vê serkeftinê bêdeng in.

HSD’ê ispat kir ku ger îrade hebe tu tiştek bêçare nîne. Ger mirov ji bo armanceke bi rûmet israr bike serkeftin teqez e. Beriya rizgarkirina erd pêwîst e mirov û mirovahî bê rizgarkirin. Ger mirov rizgar bibe dê wê demê karibe erdê xwe rizgar bike.

Birastî jî du tabloyên cuda derdikeve pêşiya me û di navbera van herdu tabloyan de tenê çar sal ferq hene. Tabloya ewil ew e ku kesên bêbextî li ola îslamê dikirin û xwe wekî nûnerên rast ên îslamê û cîhadîst didan nasandin. Li ser navê ola îslamê qetlîam pêk dianîn, her der talan dikirin. Wekî serdema cahiliyetê li bazaran jinên Şengalê difrotin kesên ku qaşo ji xwe re dibêjin misilman.

Di tabloya duyemîn de em dibînin ku ew stûxwar in û teslîm dibin. HSD wekî kafir binav dikirin lê niha rehmet, ef û mexfîretê ji HSD’ê dixwazin.

Bêguman van çeteyan bi alîkariya dewleta tirk û Erdogan li hemberî kurdan şer dan îlankirin. Li gorî wan divê serê kurdan were şerjêkirin, bajarên kurdan were wêrankirin. Her ku kurdan teslîmiyet qebûl nedikir çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk bêtir êrîşî kurdan dikirin. Parçeyek vê xîlafeta DAIŞ’ê jî para Erdogan diket. Ji ber wê yekê ewqas aşkera piştgirî dida van çeteyan.

Em niha baştir fêm dikin ku Erdogan çima ewqas xemgîn û bi hêrs e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk her ku bi ser dikevin Erdogan hêrs dibe. Çeteyên DAIŞ’ê her ku derb dixwin û têk diçin Erdogan Xemgîn dibe. Di şexsê DAIŞ’ê de xeyalên Erdogan ên dagirkeriyê têk çûn, hemû ajanda û siyaseta wî bi binket.

Erdogan bi hêrs e; ji ber ku proseyên Erdogan ên gelan bîne li hemberî hev û bide kuştin bi ser nakeve. Bi gotineke din ev planên qirêj negihiştin armanca xwe. Li hemberî van planan projeya neteweya demokatîk, jiyana azad, wekhevî, xwîşk û biratiya gelan bi ser ket.

Erdogan xembar e; ji ber ku sêwiyên wî yek bi yek teslîmî şervanên HSD’ê dibin. Morala wan serobina dibe; ji ber ku êzidiyên di destê wan de dîl hatibûn girtin tên rizgarkirin. Dîktator bi çavê xwe dibîne ku şervan wekî çiyayekî çawa serbilind in û çete çawa çogxwar in.

Xîlafeta li Sûriye û Iraqê hilweşiya. Erdogan dît ku xeyalê wî têk çûn, îcar jî berê xwe dide herêmên din. Ev çend sal in Erdogan terorîstan dişîne Lîbyayê û bi hebûna van çeteyan gef li dewletên bakûrê Afrîkayê dixwe. Gelek deverê Lîbyayê hat hilweşandin û Erdogan dixwaze ew dewerên nake nehatine hilweşandin hilweşîne.

Dibe Cezayîr, Fas an jî Sûdan bibe guzergahên alternatîf yên Erdogan. Hat ispatkiri ku dewleta tirk gelek çete, çek û cebilxane şandiye Lîbyayê. Aşkera bû ku çekên li peravên Lîbyayê hatine bi destxistin ji aliyê dewleta tirk ve hatine şandin. Gelek plan û kirinên nehatine aşkerakirin hene û ev çete li benda talîmatên Tirkiyeyê ne.

Daxuyanî û gefên Erdogan ên demên dawî de li Misirê tên kirin, gefên belasebep nîn in. Ev daxuyanî ji bo çeteyên ku şandiye vê herêmê wek peyamekê ne. Misir ne wekî Misira berê ye û gefên Erdogan bêqîmet in. Ev çend sal in Misir jinûve xwe saz dike û hêzên xwe perwerde dike.

Dewleta tirk çawa ku li Sûriyeyê têk çû dê li Misrê jî têk biçe û nikaribe bigihêje armanca xwe. Çiqas qareqar dike bila bike ji bilî bermahiyên çeteyên derdora wî kesek dengê wî nabihîze. Qareqarî nîşaneya hêzbûnê nîn e, nîşaneya lawazî û binketinê ye.

Berxwedanên grevê birçîbûnê ku bi pêşeniya Leyla Guven dest pê kiriye dê bibe dilopek ava ku ji şûşeyê birije û ev berxwedan dê bibe striya ku pişta îktîdara Erdogan bişkêne.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar