Meclisa Jinan a Çîçek Botan a li herêma Evry a Parîs, kongreya xwe pêk anî. Di meclisê de ku ji 5 komîsyonan pêk tê, 31 jin cih digirin
Meclisa Jinan a Çîçek Botan li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe pêk anî.
Nûnerên TJK-F û gelek jin tevlî kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mesaja Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hatin xwendin.
Kongre diyarî Hevseroka KCD’ê û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan hate kirin. Di dawiya kongreyê de jî hilbijartin hate kirin û di encamê de ji bo Meclisa Jinan a Çîçek Botan 31 jin hatin hilbijartin. Piştre 5 komîsyonên; têkiliyên derve, civakî, çandî, rêxistinbûn û baweriyê hatin avakirin. Meclisê piştî kongreyê yekser dest bi kar kir. PARÎS