Mam Yusif zêdeyî 50 sal e li Silêmaniyê karê çêkirina kêran dike. Mam Yusif aşkere kir ku kêrên ku çêdike mora wî ya taybet li ser e. Kêrekî ku wî bi xwe çêkiriye 20 sal e pê kar dike
Tevî ku temenê Mam Yusif nêzî 70 saliyê bûye jî, lê hîn jî bo debara xwe ya rojane, bi kêfxweşî diçe li yek ji dikanên bajarê Silêmaniyê, ji bo ku kêran çêbike, yan jî tîj bike. Mam Yusif aşkera kir ku êdî hejmara kesên ku kêran çêdikin gelek kêm bûye.
Yusif Ebdulxaliq weke Mam Yusif tê naskirin, di sala 1951’an de li herêma Tewêle ya Hewirman ji dayik bûye. Heta pola 6’an a dibistana seretayî xwendiye. Bavê 7 zarokan e. Li ber destê bavê xwe fêrî pîşeyê kêr çêkirinê dibe.
Ji bo Mam Yusif kêr pêwîstiyekî rojaneye, lê hinek kes kêrê weke çekekî metirsîdar bi kar tînin. Mam Yusif têkildarî mijarê ji nûçegihanê Rojnewsê Çiyager Kuncrînî re axivî û wiha qala pîşeyê xwe dike: “Bavê min ev pîşe ji bapîrê min fêr bûye. Bapîrê min destpêkê amûrên weke, kêr, amûrên ziraetê, supeyên daran û karê tenekeyan dikir. Di serî de nêzî 40 hustayên wî karî hebûn.
Çawa fêrî çêkirinê bûye?
Mam Yusif serpêhatiya xwe ya fêrbûna vî pîşeyî wiha tîne ziman; “Min temaşeyî destê bavê xwe dikir. Car caran min destikê kêrê û polên wê lê didan. Bi vî awayî fêr bûm. Dema ku di sala 1971’an de min dikana xwe li Tewêle vekir, êdî ez bi çêkirina kêran ve mijûl bûm. Wê demê min ji şaxê lawiran kalanê kêran çêdikir. Wê demê zehmet bû, lê niha amûrên baş hene ji bo çêkirina kêran. Piştî destpêkirina şerê Iraq û Îranê yê sala 1982’an ez hatim li Silêmaniyê û li wir min dikan vekir. Min dest bikar kir. Niha zêdetirî 50 sale ez vî karî dikim. Ez kêran çêdikim û tîj dikim. Li gel çêkirina kêran, kêrên qesabxaneyan û gesxaneyan tîj dikim.”
Mam Yusif diyar kir ku kêrên ku ew bi xwe çêdike mora xwe lê dide û wiha domand: “Hinek kêr hene, min ji berî 20 salan çêkirine û hîn li gel xwediyê xwe mane û kar pê dikin. Wê demê husta Hacî Mihemed hebû ku 7 kurên wî li ber destan kar dikir, rojane 200 kêr çêdikir. Mehane kêrên ku çêdir kom dikir dişand Mûsil û Xaneqînê dikir li wir jî difirotin. Husta Eskender yek ji hustayên din ê kevin bû. Herwiha hustayên din jî hebûn.”
Metirsiya nemayîna pîşeyê
Mam Yusif ê di dikanekî biçûk de bi çêkirin û tîjkirina kêran ve mijûl dibe, aşkera kir ku ji karê xwe gelek hez dike û wiha domand: “Ez ji karê xwe razî me. Ez debara xwe pê dikim. Mixabin kesek nîne wî pîşeyî biparêze. Zarokên min bi xwe nikarin vî karî bikin. Piştî temenê me jî wê ev pîşe nemîne. Hikûmet ne di xema parastina vî pîşeyî de ye. Li vî bajarî bi dehan kesên ku ev kar dikirin piştî ku temenê wan derbas bû êdî ti kesê cihê wan nedagirt. Niha metirsiya dawîhatina wî pîşeyê ku weke çandekî Kurdistanê û vî bajarî heye.” SILÊMANÎ