PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Lavrov: Tirkiyeyê hevpeymana Idlibê bi temamî pêk neaniye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hevpeymana li ser “herêma bêçek” li Idlibê hîna bi temamî pêk nehatine. Lavrov nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da û wiha got: “Tirkiyeyê hevpeymana Idlibê bi temamî pêk neaniye.”

Rûsyayê careke din der barê mijara pêkanîna hevpeymana Idlibê de nerazîbûna xwe li hemberî Tirkiyeyê diyar kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro teqez kir ku bendên hevpeymana li ser “herêma bêçek” li Idlibê hîna bi temamî pêk nehatine. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir ku bendên hevpeymana ku Rûsya û Tirkiyeyê li ser Idlibê îmze kiriye, bi temamî pêk nehatine.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 17`ê Îlona 2018`an de, di civîna Soçiyê de gihaştin hevpeymanekê da ku “herêmeke bêçek” li hin aliyên parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Laziqiyê bê avakirin, ew jî di bin serweriya Tirkiyê de be.

Lavrov di hevpeyvîneke li gel ajansa nûçeyan a Kiwêtê Kona de wiha got: “Em ji hevkarên xwe yên tirk re dibêjin pêwîst e erkên xwe ku di 17`ê îlona 2018`an de li ser rawestandina şerê li Idlibê de îmze kirin, pêk bînin.” Lavrov hişyarî da ku tevî aramiya li Sûriyeyê çêbûye û rêxistina DAIŞ`ê têk diçe, divê kedeke mezin bê dayîn, ji ber ku hîna şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistinên radîkal hene û pêwîst e bêne tunekirin.

Di destpêka sala 2019`an de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) qadeke mezin a Idlibê û bejahiya Helebê kontrol kir û hîna xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê di herêmên Tehrîr El-Şam de hene. MOSKOV

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar