Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya pê re, li Qilebanê gel ziyaret kir. Buldan di serdanê de got ku divê gelê kurd êşa Roboskê ji bîr neke û li gorî wê deng bide. Buldan da zanîn ku dê di 31’ê adarê de dawî li qeyûman bînin wiha bersiva Erdogan da: “Ne heddê te ye ku tu welatiyekî ji Tirkiyeyê derxînî.”
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz pêk dihat, navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê ziyaret kir.
Heyetê bi dorê bajarokên Gundikê Melê û Sêgirkê ziyaret kir û tevî barîna berfê jî bi govendê hatin pêşwazîkirin. Heyet ji vir derbasî Qilebanê bû. Konvoya HDP’ê di ketina navçeyê de ji hêla welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Gelek wesayît jî tev li konvoya HDP’ê bûn. Li navenda navçeyê jî welatiyan şandeya HDP’ê bi keyfxweşî pêşwazî kir. Gelek kes bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirina buroyê bûn. Li ber buroyê li ber stranan govend hat gerandin.
‘Divê bersiva pêwîst bê dayîn’
Beriya axaftina heyetê, namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê ya Şaredariya Qilebanê Ferîde Yaman û Selahattîn Urun gel silav kir û gotin ku serkeftin a wan e. Di vekirina buroyê de di serî de serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak axivî û wiha got: “Li cîhanê û Başûr kurd azad in. Ji ber ku kurd xwe bi xwe birêve dibin. Em li Tirkiyeyê ne elît in. Li ser gelê me zext heye. Ji bo vê yekê 31’ê adarê girîng e. Em bi bawerin ku dê gelê me yê Qilebanê bersivek xweş bide dewleta tirk. Divê em bi ruhê tifaqê di 31’ê adarê de bersiva herî baş bidin qeyûman û wan ji van deran biqewirînin.”
Serkeftin li gelê Botanê pîroz kir
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku sedema tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qutkirina dengê aştiyê ye. Ozturk xwest ku her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Piştî Ozturk, hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û da zanîn ku hatina wan a Qilebanê ji bo wan serfirazî û cihê rûmetê ye. Buldan destnîşan kir ku gelê Şirnexê her tim nirx û partiya xwe parastiye û layiqî nirxên xwe teveriyaye. Buldan got ku dê di hilbijartinê de serkeftineke mezin bidestbixin û serkeftin li temamiya gelê Botanê pîroz kir.
‘Roboskê êşeke giran e di dilê gelê me de’
Buldan daxuyand ku dema navê Qilebanê tê bihîstin, Komkujiya Roboskê tê bîra herkesî û wiha domand: “Roboskê her tim di dilê gelê me de êş û birîneke kûr e. Em ê vê êşê ji bîr nekin. Heta ku kujerên wan tên darizandin jî dê ev birîn neyê pêçan. Dema em diçin ser sindoqan, divê ev êş di dil û bîra me de be. Hemû kes li dijî vê komkujiyê bêdeng ma. Gelo bi çi rûyî tên dengan ji we dixwazin? Ji bo ronîkirina vê komkujiyê em soz didin ku dê têkoşîna me bidome.”
Bersiv da gotinên Erdogan
Di berdewamê de jî Buldan bal kişand ser gef û êrîşên Erdogan ên li ser HDP’iyan û wiha derbirî: “Di her mîtîngekî de me hedef nîşan dide. Ji HDP’iyan re dibêje ‘herin Kurdisatanê.’ Weke serokkomar, mafekê te yê qewirandina gel nîne. Ne hedê te ye ku tu me ji axa me derxînî. Li Tirkiyeyê tenê HDP qala azadî û aştiyê dike. Çi bikin jî dê nekarin ji têkoşîna me paşve gav bi me bidin avêtin. Digotin kurd tu caran nikarin tifaqê ava bikin. Lê me ev vala derxist û bi partiyên din ên kurd re em dikevin hilbijartinê. Ev tifaq heta mirinê dê bidome. Ev daxwaza bi milyonan bû û soza parastina vê tifaqê didin.”
Çalakiyên grevên birçîbûnê
Pervîn Buldan bal kişand ser qeyûman û da zanîn ku qeyûman heqaret gelê kurd û nirxên wan kirine. Buldan got ku dê di 31’ê adarê de dawî li qeyûman bînin. Buldan herî dawî jî qala grevên birçîbûnê kir û wiha axivî: “Leyla Guven û girtiyên li zindanan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan rewaye û wezareta dadê neçar e ku qanûnên xwe pêk bîne. Divê hîn hevalên me jiyana xwe ji dest nedayî vê yekê bikin. Em hemû Leyla Guven in û piştgiriyê didin daxwazên wan.”
Piştre jî şandeya HDP’ê ji bo vekirina buroya hilbijartinê derbasî navçeya Elkê bûn. ŞIRNEX