Wesayîta hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan dema ku diçû Elkê di rê de xera bû. Şandeya ku ev weke derfet dît, bi zarokan re guloka berfê lîstin
Xebatên hilbijartinê yên hevseroka Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pê re yên li herêma Botanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Buldan û heyeta HDP’ê ji bo vekirina buroya hilbijartinê ji Qilebanê ber bi Elkê ve çûn.
Di rê de wesayîta Buldan ji ber berfa zêde xera bû. Endamên HDP’ê ku ev yek weke firsend dît, li gundê Yekmal ê Qilebanê ji wesayîtên xwe peya bûn û bi zarokan gund re guloka berfê lîstin. Lîstika endamên HDP’ê û zarokan ji hêla şêniyên gund ve jî bi keyfxweşî hat temaşekirin. ŞIRNEX