Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Namzetên HDP’ê li gund û bajaran projeyên xwe vegotin

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn û navçeyên wê, li Mêrsîn û Hatayê bi gel re civiyan û projeyên xwe ji gel re vegotin. Namzet ji hêla gel ve bi keyfxweşî hatin pêşwazîkirin

Xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in. Di vê çarçoveyê de namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li navend, navçe, bajarok û gundan kolan bi kolan di gerin û projeyên xwe ji gel re vedibêjin. Namzetên HDP’ê li her deverê bi keyfxweşî tên pêşwazîkirin.

Namzetên HDP’ê ku lez dan xebatên xwe, li navçeyên Mêrdînê, Hatay û Mêrsînê daketin kolanan û bi gel re hevdîtin kirin. Di vê çarçoveyê de namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Mehsert a Mêrdînê yên HDP’ê Turkan Bakir û Cûma Tugay gundên Bafava, Bêrtê, Metînan, Kurikametînan, Fafa, Kersivan, Zehnê, Mercê û Merzikan ên navçeyê ziyaret kirin. Namzetan belavok li şêniyan belav kirin û projeyên xwe ji gel re vegotin.

NISÊBÎN

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê yên Şaredariya Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut jî li navenda naçveyê esnaf û mal ziyaret kirin. Namzetên ku çûn sehaya xalîçeyan, maça welatiyan temaşe kir û piştre jî bi lîstikvanan re sihbet kir.

ŞEMREX

Li Şemrex a Mêrdînê jî namzetên HDP’ê yên navçeyê Îbrahîm Çoko û Nalan Ozaydin gundên Dirrîne û Xanikajor ziyaret kirin. Namzetên ku pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin, piştre jî qala xebatên xwe kirin û ji welatiyan piştgirî xwestin.

QOSER

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, namzetên HDP’ê yên Qoserê Salîh Kuday û Nilufer Elîk Yilmaz jî gundên Hêşeriyê, Tellbektaşî, Cirdoi û Qereqûyê ziyaret kirin. Şêniyên gundan eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Namzet piştre jî çûn nexweşxaneyên navçeyê û nexweş ziyaret kirin. Namzetên Qoserê piştre jî tevî namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li Navenda Koordînasyona Hilbijartinê bi welatiyan re civiyan.

Li gelek navçeyan xebat domandin

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Kerboranê Ahmet Încî û Mevlude Çelebî, yên Midyadê Osman Demîrcî û Havva Balci û yên navçeya Stewrê Mehmet Yasîn Kaplan û Gulistan Oncu jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê meşandin. Di vê çarçoveyê de namzet bi gel re civîn li dar xistin, çûn serdana esnafan û têkildarî xebaên xwe gel agahdar kir.

MÊRSÎN

Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tevî bakurê Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de namzetên şaredariyê yên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan û parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, li taxa Guneşê esnaf û komele ziyaret kirin û beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Tevî barîna baranê jî vekirina buroyê pêk hat û veguherî mitîngê. Di merasîma vekirina buroyê de welatiyan govend gerand û dirûşm berz kirin. Namzetên ku bi gel re axivîn gotin ku dê vîna gel şaredariyê dîsa bi dest bixin.

HATAY

HDP’a Hatayê jî bi beşdariya parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari li navçeya Erzînê bi gel re civiya. Li navçeya Dortyolê jî namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Dortyolê yê HDP’ê Mahmut Daş bi gel dan nasîn û pişt re jî buroya hilbijartinê hat vekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar