PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Adar meha kurdan e

Meha adarê ji aliyê xweza, dîrok û civakê ve meheke taybet e. Ji aliyê xwezayî ve destpêka biharê, nûbûna xwezayê ye. Xweza xemla xwe girêdide. Bi hilm û behna xwe mirovan sermest dike. Hatina bihar û adarê bandora xwe li ser jiyana mirovan jî dike. Xweza û însan bi hev re girêdayî ne. Adar weke xwezaya însanan destpêkek û nûbûnek diafirîne. Dilgeşî û rûgeşî bi pêş dixe.

Adar ji bo civaka aryen bi taybetî ji bo civaka kurd meheke taybet e. Mirov dikare bibêje adar meha kurdan e. Di vî mehê de berxwedan û serhildan heye. Di vê mehê de qetlîam û jenosîd heye. Di vê mehê de qehremanî û lehengî heye.

Meha berxwedan û serhildanê ye. Ji ber ku di vê mehê de Newroz heye. Bihar bi Newrozê dest pê dike. Hêj di destpêka adarê de gel amadekariya Newrozê dike. Dizane ku têkoşîna vê mehê mohra xwe li hemû salê dixe. Zend û bendan ba dide, adar û Newrozê bi ruhê demê re dike yek.

Adar meha jinê ye, ji ber ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di vê mehê de tê pîrozkirin. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê weke rojeke pîroz e. Lê jinên kurd 8’ê Adarê bi rengek, dengek û coşeke cuda pêşwazî dike. Bi ruh û coşa Newrozê, 8’ê Adarê pîroz dikin, Newrozê û 8’ê Adarê dikin yek.

Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir. Meha Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û serfermandarê efsanewî Egîd e. Meha Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan e. Bi hezaran leheng û pakrewan di vê mehê de bûne agir û Newroz.

Dîsa ji bo kurdan meha qirrkirin û komkujiyan e. Komkujiya Helepçe, Komkujiya Newroza Şirnex û Nisêbînê, bûyerên Gazî û Qamişloyê di vê mehê de pêk hatine. Bi dehhezaran însan destpêka biharê û di arîfeya Newrozê de bi destê dehaqên demê hatin qetilkirin.

Em îsal bi berxwedana Efrînê ketin meha adarê. Efrîn bûye adar, adar bûye Efrîn. Xwezaya Efrînê xemla biharê girêdaye, bi hilm û bêhna xwe mirovan sermest dike. Li Efrînê berxwedana serdemê heye. Di heman demê de ji aliyê zordar û dagirkeran ve li Efrînê komkujî û qirrkirineke dijmirovî heye. Zilm û zordariya dehaqan heye. Li Efrînê lehengî, pakrewaniya serdemî û Kawayên hemdemî heye. Avesta bi ruhê Zekiye û Bêrîvanan mohra jinê careke din li berxwedana serdemê da û bû sembola berxwedan Efrînê. Efrîn dibe adar û Newroz, Efrîn dibe Mazlûm û Egîd, dibe Zekiye, Ronahî û Helebçe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar