Balkêş e ku li cihekî wekî Amedê, têkildarî zimanê kurdî fîlmek tê pêşandan lê di gotûbêjê de tenê kesek jî bi kurdî neaxivî. Ne derhêner, ne lîstikvan û ne jî temaşevan, tu kes bi kurdî neaxivî. Min di vê fîlmê de fêm kir ku zimanê me êdî tenê dibe ‘mijar’
Çend roj berê li cihekî danasîna fîlma ‘Di Navberê De’ li ber çavê min ket û min xwest li vê fîlmê temaşe bikim. Ji berê ve fîlmên kurdî û têkildarî ziman hatine kişandin, bêtir bala min dikişînin.
Fîlma ‘Di Navberê De’ pêr li Amedê li Salona Sînemayê ya Kafeya Bezgîn Bekîr hat nîşandan. Beriya fîlm dest pê bike, berpirsyarekî salonê got fîlm 65 deqe ye, navber tune ye û piştî pêşandana fîlmê dê bi beşdariya derhêner û lîstikvanên fîlmê gotûbêjek bê lidarxistin.
Derhênerê fîlmê Alî Kemal Çinar e û lîstikvanên filmê jî ev kes in; Osman Çinar, Fatoş Yildiz, Gulbîn Bozan, Îhsan Şakar, Seyîthan Çinar, Rabîa Çinar. Film li Amedê cara yekem hat pêşandan.
Fîlmê dest pê kir û çend deqe derbas bûn, min got qey fîlmeke pevxistin an jî zanist-honak (xeyalên zanistî) ye. Bi kurtasî mijara fîlmê wiha ye; kesekî bi navê Osman li sanayiyekê kargeha wî heye û wesayîtan temîr dike. Taybetiyeke Osman heye û nikare du karan bi hev re bike. Dema dixebite nikare sohbet bike yan jî dema sohbet dike nikare karekî bike. Osman her tim bi tirkî diaxive, lê kesên ku bi wî re pêwendiyê deynin divê bi kurdî biaxivin. Nikare bi kurdî biaxive, lê dema kesek bi wî re bi tirkî diaxive, fêm nake, divê ew kes bi kurdî biaxivin. Dixwaze bizewice lê ji ber ku nikare du karan bi hev re bike, kes pê re nazewice. Osman herî dawî biryar dide ku fêrî axaftina kurdî bibe û diçe kursa zimanê kurdî.
Min ev nivîs ne ji bo nirxandina fîlmê, ji ber helwesta piştî pêşandana fîlmê û gotûbêja ku hat lidarxistin, nivîsand. Mijara filmê mijareke girîng e, bes mijar serasera hatiye nirxandin, ji ber ku fîlm baş nehatiye honandin û di navbera hinek sahneyan de qutbûn heye. Di gotûbêjê de jî hat gotin ger ji bo fîlmê alîkarî ji pisporên mijarê bihata xwestin, dê fîlmeke serkeftîtir bûya. Diyalogên fîlmê xurt nîn in û gelek caran gotin li hewa dimînin û car bi car jî zimanekî sloganîk hatiye bikaranîn. Welhasil, filmeke serkeftî nîne û mirov dikare têkildarî filmê gelek tiştan bîne ziman. Lê wekî ku min li jor jî anî ziman, mebesta nivîsandina vê nivîsê nirxandina fîlmê nîn e, helwesta piştî pêşandana fîlmê ye.
Salona sînemayê biçûk e û bi qasî 15-20 kesan li fîlmê temaşe kir. Fîlm qediya, derhêner û çend lîstikvan derketin pêşberî me. Li gorî min fîlma esasî a niha dest pê dike! Şaş nebim 9-10 kesan mafê axaftinê wergirt û têkildarî fîlmê nirxandinên xwe kirin û hinek pirs ji derhêner pirsîn. Lê balkêş e ku li cihekî wekî Amedê, têkildarî zimanê kurdî fîlmek tê pêşandan lê di gotûbêjê de tenê kesek jî bi kurdî neaxivî. Ne derhêner, ne lîstikvan û ne jî temaşevan, tu kes bi kurdî neaxivî.
A rast min jî xwe amade kir çend pirsan bipirsim lê min got mudaxale nekim û gelo dê kesek bi kurdî biaxive yan na. Lê hemû hêviyên min pûç bûn. Gotûbêj bi tirkî dest pê kir û bi tirkî qediya. Hinek siyasetmedarên me di mîtîng an jî bernameyan de bi kurdî silavê didin, bi tirkî diaxivin û herî dawî bi kurdî xatir dixwazin. Peyamên xwe yên esasî bi zimanê tirkî didin.
Bes tişta ku di gotûbêjê de derket holê ji vê rewşê jî kambaxtir e. Di fîlmê de Osman di navbera kurdî û tirkî de dimîne, lê di gotûbêjê de kes di navberê de nema! Di serî de derhêner û temaşevanan tirkî tercîh kir û bi tirkî axivîn.
Min di vê fîlmê de fêm kir ku zimanê me êdî tenê dibe ‘mijar’. Talûkeya li ber zimanê me roj bi roj mezintir dibe. Êdî li malan axaftina bi kurdî kêm bûye, li kolanê rewş xirabtir e û em jî li vê rewşê temaşe dikin.