Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê îsal bi ruhê Leylayan daqevin qadan’

Amadekariyên çalakiyên 8’ê Adarê didomin. Jinên ku têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê axivîn, diyar kirin ku dê îsal bi ruhê Leyla Guven dakevin qadan û bibin dengê Guven

Di çarçoveya çalakî û amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinan nêrînên xwe anî ziman.

Jinên Mêrdînê diyar kirin ku ew ê vê salê bi ruhê Leyla Guven ku ev 117 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, dakevin qadan.

Jina bi navê Samiye Demîr, bal kişand tecrîda li ser Ocalan û greva Guven û diyar kir ku daxwaza Guven daxwaza wan e û wiha got: “Em ê îsal bi ruhê Leylayan berê xwe bidin 8’ê Adarê.  Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û di wê rojê da daxwazên xwe bînin ziman.”

Derya Akyol anî ziman ku ew  îsal bi pêşengiya Leyla Guven berê xwe didin 8’ê Adarê û wiha domand: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza hezaran e. Daxwaza Leyla Guven daxwazek mafdar e. Di serî de jî daxwaza Leyla Guven daxwaza me jinan e û em dixwazin ku daxwaza wê bi cih bê. Divê îro em jin xwedî Leyla Guven derbikevin û deng bidin wê. Di 8’ê Adarê de ji bo daxwaza Leyla Guven bi cih bê divê em jin dakevin qadan.”

Zeynep Sevluş jî da zanîn ku greva birçîbûnê ya Guven daye destpêkirin çalakiyek di cih de ye û wiha got: “Çi ji destê me bê em ê bikin. Divê em li her devera jiyanê di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Divê em li dora Leyla Guven bibin xelek û têbikoşin. Bi berxwedana jinê em ê tecrîdê bişikînin.”

Bibin dengê Guven û hevalên wê

Li Stenbolê piştî hevdîtina 164 saziyên jin û LGBTÎ şûnde biryara ‘greva jinan’ hat girtin û îsal dê di 8’ê Adarê de bikeve jiyanê. Endama Platforma Jinan a Dîcle Amedê Ceylan Aslan têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ew 8’ê Adarê wek dîroka berxwedanê digirin dest û got ku tişta ku 8’ê Adara îsal ji salên din cudatir dike, berxwedanên grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin e.

Aslan da zanîn ku ew îsal bi çalakiyên greva birçîbûnê 8’ê Adarê pêşwazî dikin û bang li hemû jinan kir ku roja 8’ê Adarê tev li mîtîngê bibin û bibin dengê Guven û hevalên wê.

Bi ruhê Leyla Guven li qadan bin

Di heman mijarê de jinên Kobanê anîn ziman ku ew dixwazin li her qadên cîhanê xwe bi awayekî azad bikaribin îfade bikin û gotin ku 8’ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê.

Tevgera Çanda Jinan Kevana Zêrîn jî amadekariyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê didomîne. Endamên Kevana Zêrîn derbarê xebatên 8’ê Adarê de axivîn û wiha gotin: “Ji bo em ruhekî berxwedêr 8’ê Adarê pîroz bikin hewl didin. Em hêvî dikin ku ev 8’ê Adarê bibe sedema azadî û aştiyên mayînde.”

Bi boneya 8’ê Adarê endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (PYD) a Lubnanê Şevîn Cûdî axivî û ev tişt anî ziman: “Bi ruhê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de ji bo xwebûna gelê me û azadiya Rêberê me mîsoger bibe, em ê li qadan bin û li ber xwe bidin. Agirê şoreşa jinê di 8’ê Adarê de em ê geş bikin û Rêberê xwe azad bikin.”

Bang hat kirin

Her wiha Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê ku cara yekem pêk tê, di 8’ê Adarê de wê tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlman fîlmê ‘lîstikên bêsînor’ a Elîf Yîgît e. Elîf Yîgît bang li hemû kesî kir ku di 8’ê Adarê de bên fîlmên derhênerên jin temaşe bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar