Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tirkmenên Tileferê spasiya HSD’ê kirin

Tirkmenên li navçeya Tilefer ya ser bi Musilê diyarkirin ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê wan kirî, bidehan mirovên wan hatin revandin. Tirkmenan gotin ku hikumeta Iraqê ji bo rizgar kirina wan tiştek nekirin, lê HSD’ê gelek mirovên wan rizgar kirin û ew bi vê yekê gelek kêfxweş in

Çeteyên DAIŞ’ê dema ku êrîşê Iraq û Suriyeyê kirî, ne ol ne jî pêkhate cûda kirin. Çeteyan bi hezaran xelkê sivîl hem li Iraq hem jî li Suriyeyê qetil kirin û revandin. Niha tenê çend kîlometre xak li Suriyeyê di destê çeteyan de maye.

Şervanên HSD’ê ji ber rizgar kirina sivîlan bi baldarî pêş de diçin. Heya niha şervanên HSD’ê bihezaran sivîl ji destê çeteyan rizgar kirine. Di nava kesên hatin rizgar kirin de gelek tirkmenên xelkê Tileferê jî hene. Welatiyên tirkmen li ser vê mijarê ji RojNews re axivîn.

Yek ji xizmê ciwanê tirkmen yê bi navê Ekrem Zeyînar ji aliyê şervanên HSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgar kirine. Ekrem li ser vê yekê kêfxweşiya anî ziman û spasiya şervanên HSD’ê kir. Ekrem wiha got: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Telaferê kirin hejmarek mezin ji xelkê Tirkmen yê Şîa ji aliyê çeteyan ve hatin girtin. Ji bo rizgar kirina mirovên me, ji bilî şervanên HSD û YPG’ê tu hêzek din hewldanek nekir. Şervanên HSD’ê ji bo rizgar kirina dîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de kedek mezin dan û gelek şehîdan dan.”

Birayek yê ciwanê bi navê Ehmed Zînal jî ji aliyê şervanên HSD’ê ve hat rizgar kirin. Zînal li ser vê yekê kêfxweşiya anî ziman û spasiya şervanên HSD’ê kir. Zînal da zanîn ku karê ku hêzên HSD’ê ji bo wan kirî, hikûmeta Iraqê nekiriye. Ji bo wê ew spasiya gelê êzidî û hêzên HSD’ê dikin ku bi hewldanên wan mirovên wan hatine rizgar kirin.

Di dawiyê de Ehmed balkişand ser girtina korîdora mirovî ya ji aliyê Iraqê ve jî û wiha got: “Ez bang li hikumeta Iraqê dikim daku korîdora mirovî ya dinavbera Şengal û Rojava de vekin. Komek dîlên me yên ji aliyê HSD’ê ve hatine rizgar kirin, li mala êzidiyan ya Kantona Cizîrê ne. Lê hikûmeta Iraqê li rexmê ku ji bo rizgar kirina van kesane tişte nekirine jî, korîdora mirovî ya dinavbera Şengal û Rojava de jî navekin. Bi vê yekê nahêlin xelkê me derbazî Şengalê bibin.” MUSIL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar