Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wêneyê Kuzu yê AKP’î bi baronê tiryakêş re

Wêneyê Parlamenterê AKP’ê yê berê Prof. Dr. Burhan Kuzu yê bi baronê tiryakê yê Îranî Nacî Şerifî Zindaştî re kişandiye derket holê. Dema îdîayên “Kuzu ew tahliye kiriye” hatin kirin Kuzu gotibû “ez wî şexsî nas nakim û eleqeya min pere tune.” Lê wêneyê Kuzu bi Naci Şerifi Zindaştî re kişandiye tiştekî din dibêje

Rojnameya Cumhuriyetê wêneyê ku Baronê tiryakê yê Îranî Naci Şerifi Zindaştî bi Parlamenterê AKP’ê yê berê û Endamê Lijneya Polîtîkaya Hiqûqê ya Serokomariyê Prof. Dr. Burhan Kuzu re kişandiye parve kir.

Dema Zindaştî û Kuzu bi hevre xwarin dixwin wêneyên wan hatiye kişandin. Nacî Şerifi Zindaştî yê Îranî ewil di 24’ê Îlona 2007’an de li Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê 75 kilo eroîn li ser wî hatibû dîtin û piştre hatibû girtin. Zindaştî di heman salê de îfade da Zekeriya Oz û bi şertê “Şahitê nepen” hatibû berdan. Di 2014’an de li Buyukçekmece Cîp a luks ji aliyê 2 kesan ve rastî êrîşa çep û rast hatibû. Di êrîşê de keça Zindaştî Arzu Şerif Zindaştî û ajokarê wê Devrîm Oztunç jiyana xwe ji dest dabûn. Zindaştî di îfadeya polîsan de gotibû “Hedef ez bûm. Zindaştî gotibû sedema êrîşê hesabpirsina tiryakê ye. Zindaştî ku bi şopa kujerê keça xwe ket, hat îdîakirin ku tetîkêş Emîriyên Ereb ên Yekbûyî ye û fermana înfazê ji Dubaî stendiye. Parêzerê keça Zindaştî prz. Kudbedin Kaya, di sala 2017’an de li Yeşîlkoyê hat kuştin.

Di 19’ê Cotmeha 2017’an de parêzerê Baronê Tiryakê Zindaştî ji bo “Lekolîna girtî” serî li Hekîmtiya Cezayê Sulhê ya Nobedar da. 5’emîn Dadgerê Sulh Ceza Cevdet Ozcan, piştî lêkolînê der barê Zindaştî û 3 hevalên wî de biryara berdanê da. Li ser vê yekê Zindaştî û 3 girtiyên din saet di 23.30’ê Şevê de ji Girtîgeha Silivrî hatin berdan. Dozgerê lêpirsînê îtîraz kir û xwest dîsa bên girtin. Zindaştî û zilamên wî piştî hatin berdan di nava 3 satean de winda bûn. Lijneya Hekîm û Dozgeran (HSK) der barê Hekîmê 5’emîn Sulh Ceza Cevdet Ozcan de ji ber biryarê cihê wi yê kar guhertin û ew şandin Edliyeya Kuçukçekmeceyê.

Rojnameger Fatih Altayli der barê mijarê de qunciknivîs nivîsandibû û bal kişandibû ser Kuzu. Li ser vê nivîsê Burhan Kuzu bersiv da Kuzu û wiha got: “Ez ne wî kesê îranî nas dikim û ne tu eleqeya min bi wî re heye.”

Lê piştî rojnameya Cumhuriyetê wêne belav kir, hat dîtin ku Burhan Kuzu û Zindaştî li ser xwarinê wêne bi hevre kişandine. Dema Burhan Kuzu, Zindaştî û 3 zilamên Zindaştî xwarinê bi hev re dixwin û wêne kişandine. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar