Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Amadekariyên jinan a ji bo 8’ê Adarê didomin

Xebatên jinan a ji bo çalakî û mîtîngên 8’ê Adarê didomin. Di çarçoveya van xebatan de jinan bang li hemû jinan kirin ku roja 8’ê Adarê dakevin qadan

Amadekariyên jinan a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin.

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dîlokê, bi minasebeta 8’ê Adarê bernameyek pêk anîn. Di bernameyê de hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Sultan Bayindir diyar kir ku ji bo ew ji vê geşedanê re bêjin raweste li hev kom bûne û wiha got: “Ji bo me jinan têkoşîna bi rêxistin pir girîng e. Ger ku jin bên cem hev tiştekî bi ser nekevin tune ye. Dema AKP hat îktidarê gelek soz dan jinan. 17 sal in ên herî zêde mafê wan tê binpêkirin jin in. Îktîdara AKP’ê jinan her roj dipelçiqîne. Îro rewşa jinan ji ya 17 sal xerabtir e. Li Dîlokê her meh 2-3 jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin. Mêr vê wêrekiya xwe ji îktîdarê distîne. Em ê ji vê yekê re bêjin raweste. Wisa nehatiye û dê wisa neçe.”

Kart şandin ji jinên girtî re

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê jî di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li navçeyên Cizîr, Hezex, Sîlopiyê ji jinên girtî re kart şandin û qurnefîlan belav kirin. Li navçeya Cizîrê dema jinan li postexanê kart şandin parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmir jî tev li xebatê bû. Îmir li ber PTT’ê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Îmîr anî ziman ku hemû girtiyan silav dike û daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên wan e û got ku dê teqez berxwedan bi ser bikeve.

Divê hemû jin dakevin qadan

Jinên Dêrsimî jî bi heman armancê li Qada Seyit Rıza kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Esra Yilmaz daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku tev li şahiya wan a 8’ê Adarê bibin.

Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Duygu Kurban jî anî ziman ku ew 8’ê Adarê di pêvajoyek pir dijwar de pêşwazî dikin û wiha got: “Jinan bi tenê dihêlin û wan di malê de heps dikin. Ji bo di 8’ê Adarê de krîz, dagirkerî, şer û tundî bi dawî bibe, divê em dakevin qadan. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de saet di 12.30’an de li Qada Seyît Riza kom bibin û dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar