Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sextekariya namzetê AKP-MHP’ê qeyûm Takva aşkera bû

Namzetê AKP-MHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva ku propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser îdiaya ‘kar-xwarinê’ dike. Lê aşkera bû ku Takva ê ku serokê Van-TSO’yê ye, alîkariya ji Yekitiya Ewropayê ne ji bo gel, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar aniye

Namzetê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê AKP-MHP’ê Necdet Takva ku serokê Van-TSO’yê, 2 sal berê du proje pêşkêşî Saziya Piştevaniya Pêşvebirina Bejahî û Çandiniyê (TKDK) û DAKA’yê kir. Takva berî du salan projeyên ji bo hilberîna çeperên bi têl û ‘jêkirina sewalên bask spî’ pêşkêşî TKDT û DAKA kir ku piştgiriyê ji Yekitiya Ewropayê (YE) dibînin. Lê belê ev projeye pêk neanîn. Li devera ku ji bo ‘jêkirina sewalên bask spî’ hate avakirin, tu sewal nehatin serjêkirin. Li Febrîqeya Hilberandina Çeperên Têl jî di nava 2 salan de karek nehate kirin.

Takva di sala 2017’an de projeya ‘Cihê serjêkirina sewalên bask spî’ pêşkêşî TKDK’ê kir. Li gorî projeyê bi sedan kes dê li wir bihatina xebitandin. Projeya Takva ya ji 500 hezar euroyî hate qebûlkirin û 300 hezar euro jê re hate dayin. Takva ji bo vê projeyê li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî erd kirî û li wir avahiyek lê kir. Lê belê di nava 2 salên derbasbûyî de karê ku di got dê bike, pêk neanî. Tenê ji xwe re depoyeke sar li herêmê çêkir û li wir mirîşk da firotin. Takva plan dike ku vî cihî 5 salan ji bo vî karê xwe yê şexsî bi kar bîne û piştî ku têra xwe qezenç kir, cih û avahiya di kontrola Yekitiya Ewropayê de radest bike.

Yek ji projeyên ku Takva ji bo wê pere stend lê çênekir û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anî, febrîqeya têlan e ku projeya wê pêşkêşî DAKA’yê kir. Takva ku bi rêjeyeke bilind alîkarî ji DAKA’yê wergirt, ji bo vê derê hinek makîne kirîn lê dest bi hilberîna têlan nekir. Takva dixwaze 5 salan vê derê weke cihekî ku kar dike nîşan bide, bi vî rengî pere qezenç bike û dûre jî cih bi bihayekî zêde bifiroşe. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar