PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dê “Rêbera Rastnivîsînê” kurdî rêkûpêktir bike

Lêkolînera mîrasa çandê Zeynep Yaş “Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê nirxand û diyar kir ku dê rêber zimanekî rêkûpêktir çêbike û di pêşerojê de ji bo xebatên akademîk ên kurdî bibe çavkaniyeke baş

Weqfa Mezopotamyayê beriya hefteyekê komxebata xwe ya çend salan a ji bo sererastkirinên şaşiyên zaravayê kurmancî bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” kiribû pirtûk û weşandibû. Weqfê piştî ku pirtûk ji raya giştî re dabû nasandin ji gelek sazî û rêxistinên kurdî re şand. Ji roja ku hatiye weşandin heta niha gelek nirxandin li ser pirtûkê tên kirin. Lêkolînera mîrasa çandê Zeynep Yaş ku bi salan e li ser dengên winda yên stranên kurdî berhevkariyê dike, têkildarî pirtûkê û ziman axivî.

Zeynep Yaş destpêkê qala zimanê axaftin û nivîsî kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Zimanê civakê zimanekî pir rengîn, pir alî, tir û tijî ye. Em îro li bajaran dijîn. Her yek ji me ji deverekî hatiye. Her gotineke me xususiyetên devera ku em ji hatine pê re heye. Dema mirov li bajarekî digihîje hevûdin ev xususiyet zêde dibin. Bikaranîna van gotinan de zehmetî tê kişandin. Di nivîskî de jî heman tişt dertê holê. Mesela peyvên mîna axaftin, xeberdan, peyvandin, jitexlandin û qisekirinê di heman wateyê de ne. Di axaftina de mirov ji vana yekê jî bi kar bîne tê fêmkirin lê mirov di nivîsê de nikare wiha bike divê mirov yekê tercîh bike.”

Arîşe nivîsandinê zehmet dikin

Yaş di berdewamê de jî bal kişand ser xebata “Rêbera Rastnivîsînê” û wiha dirêjî daaxaftina xwe: “Ji bo ku di warê nivîsandinê de sererastkirinê bên kirin bi awayekî zanîstî ev komên hanê hatine cem hev. Di kurdî heta niha çend xebatên bi vî rengî hatine kirin. Dema ziman dibe zimanê nivîsandinê car caran jê re revîzekirin jî lazim e. Heta niha di nivîsê de hin gotin hebûn ên herêmekê bûn. Hevalên ku li herêma li ser ziman xebitîbûn piranî li gorî herêma xwe sererastkirinan kiribû. Lê di vê xebatê de bi awayekî akademîk ji her herêmê pisporê ziman hatine gel hev û sererastkirinan kirine. Ev yek jî dê bihêle ku ji niha şûn ve dê zimanekî rêkûpêktir çêbibe.”

Yaş da zanîn ku di pêşerojê de xebata hatiye kirin dê bibeçavakaniyek baş û ev tişt anîn ziman: “Di warê nivisîna ziman de her dem pêwîstiya me pê heye ku em bi zimanê xwe binivisînin. Ji ber herêm û devok di zimanê kurdî de pir in,  di nivîsandina zimanê kurdî de gelek arîşe hene. Arîşeyên heyî nivîsandina kurdî zehmet dikin. Dê ev xebat hêdî hêdî ev arîşe li pêşiya me hilîne. Ev xebat dê pêşerojê de ji bo xebatên akademîk bibe çavkaniyeke baş. Ji bo gelek mijaran dikare bibe bersiv. Her wiha dikare bê berfirehtirkirin.”

Pêwîstiya derengmayî

Yaş destnîşan kir ku beşdarbûna pisporan a xebatê baweriya ji xebatê zêde dike û wiha pê de çû: “Beşdarbûna zêde ya xebatê baweriyek bi xwe re tîne û ev jî nîşan dide ku di warê akademiyê de Weqfa Mezopotamyayê hewlekê dide. Xebat pêwîstiyeke derengmayî ye. Beriya niha Enstîtiya Kurdî ya Parîsê jî bi navê kurmancî xebateke bi vî rengî kiribû. Lê wek pirtûk û rênivîsa nivîsandinê cara yekemîne xebateke bi vî rengî tê kirin. Ji ber ku di xebatê de sedemên şaşiyên tên kirin jî hatine gotin, mirov ji bo sererastkirinê zû qanih dibe. Ev girîng e.”

Yaş anî ziman ku xebata hatiye amadekirin ji civatê hatiye girtin û ji ber vê yekê civat jî di vê xebatê de cih digire û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ziman hebûn e, hebûna nasnameya me ye. Heke kesek ji nasnameya xwe dûr bimîne, ji koka xwe jî dûr dimîne. Ji bo ku di pêşerojê de em bibêjin em ev in, divê ji bo me ziman berî her tiştî be. Mirov bi zimanekî jiyanekî hîn dibe. Ji bo ku mirov zimanekî hîn bibe û hînê yekî bike, divê ew ziman bi rêkûpêk be. Standartbûna ziman rast nabînim. Kurd hê nehatine asta ku zimanê wan bê standartkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar