Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir

 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bi pêşandana fîlmê Bîr dest pê kir. Fîlm çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên bi darê zorê di 1995’an de li Navçeya Kerboranê hatin windakirin vedibêje. Piştî pêşandana fîlm Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Di van rojan de yên welat birêve dibin dibêjin Kurdistan tune ye. Kurdistan ev e me di vî fîlm de dît.”

Bi pêşengiya Sînemaya Mezopotamyayê dê heta 10’ê adarê Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bê lidarxistin. Mihrîcanê şevê din li Salona Şanoya Kenter a li Harbiyeyê dest pê kir. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, nivîskar Faîk Bulut, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û bi sedan hunerhez beşdarî vekirina mihrîcanê bûn.

Axaftina vekirinê sînemager Îlhan Bakir kir û da zanîn ku ew di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û wiha got: “Pêkûtî li ser civakê tên kirin. Kenê li ser rûyê mirovan hatiye jê birin. Heke civakekê kenê xwe ji bîr kiribe êdî ew civak nikare bijî. Charlie Chaplin dibêje ‘roja bê hîqehîq ew ne roj e.’ Ji ber vê yekê hîqehîq û kenandin çalakiyek şoreşgerî ye. Li dijî zîhniyeta yekperestî berxwedanek dîrokî heye. Em berxwedana Leyla Guven û hemû kesên li ber xwe dide silav dikin. Em ê jî wek hunermendên kurd bi hunera xwe li dijî zîhniyeta yekperestî li ber xwe bidin.”

Fîlma bîr hat pêşandan

Piştî axaftina Bakir, Koma MA Muzîkê derket ser dikê û stran gotin. Bi dû şahiya stranan re belgefîlma Bîr a ku Veysî Altay derhêneriya wê dike hat pêşandan. Belgefîlm behsa çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên li Navçeya Kerborana Mêrdînê hatin revandin û windakirin û xwegihandina hestiyên wan dike.

Ji malbatên bûn mijara fîlm li ser navê malbatan Husniye Baykara axivî û wiha got: “Em wek malbatên kurd her tim di nava êşê de bûn. Em berxwedana Leyla Guven jî silav dikin. Medya tirk ji xwe çalakiyê nade. Lê Fox TV a ku îda dike dengê gel e ev çawa çê dibe ku 119 roj in çalakî didome lê nade nîşandan.”

‘Me Kurdistan di fîlm de dît’

Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û ev tişt anî ziman: “Yên ku îro welat birêve dibin, dibêjin Kurditan nîne. Yên Kurdistanê dixwazin bila biçin Bakurê Iraqê. Kurdistan ev e me di fîlm de dît. Kurdistan jî tam di nava me de ye û di dilê me de ye. Dixwazin qirkirina 1915’an li dijî muxalîfan pêk bînin. Windayên Kerboranê mînakek gelek girîng e. Kurdîstan bi gorên komî û hestiyên mirovan tê nasîn.”

Di mîhrîcana ku dê heta 10’ê adarê dewam bike de bi giştî dê 33 fîlm bên pêşandan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar