Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Torbali Gulcan Kizildag û kesê bi navê Denîz Poyraz di serdegirtina malan de hatin binçavkirin
Polîsan serê sibê li navçeyên Torbali û Konakê yên Îzmîrê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Torbali Gulcan Kizildag û her wiha welatiyê bi navê Denîz Poyraz hatin binçavkirin. Di lêgerîna malan de gelek pirtûk û alavên dîjîtal jî hatin desteserkirin. Hinceta binçavkirina Kizildag û Poyraz nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. ÎZMÎR