Rojnameger Semra Turan û 4 kesên ku duh li gel wê li Dêrsîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê hatin kirin
Polîsan, duh li Dêrsimê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û gelek kesên din de girt. Polîsan li mala Turan lêgerîn kir û hemû amûrên li malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê Turan hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Polîsan di heman operasyonê de Şaredara Berê ya Akpazarê Fadîme Çetînkaya, Rêveberê HDP’ê yê berê Hidir Odûncû û Rêveberê DBP’ê Haskar Aytaç binçav kirin. Rojnameger Turan û 4 kesên li gel wê hatin binçavkirin îro serê sibê sewqî edliyê kirin. DÊRSÎM