Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya Amedê bang

8’e Adar Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Amedê dê bi mîtîngekê bê pîrozkirin. Endamên Komîteya Amedekar ên Mîtîngê bang li hemû jinan kir ku sibe bi herikin Qada Îstasyonê û ji zilm û zordariyê bibêjin ‘êdî bes e.’

Jinên Amedê sibe dê 8’ê Adar Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP)’ê  bi mîtîngekê pîroz bikin. Mitîng dê bi dirûşma ‘Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne’ saet di 12.00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê bike. Tê payîn ku dê ji Wan, Çewlig, Êlih, Mûş, Dersim, Mêrdîn, Riha û Şirnexê jî jin beşdarî mitîngê bibin. Jin li navçeyên navendî Rezan, Sûr, Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê li jinan belavokan belav dikin û wan vedixwînin mitîngê.

Ji bo mitîngê destûr ji walîtiyê hate girtin.  Der barê mijarê de ji Komîteya Amadekar a Mitîngê Selma Yusma axivî û da zanîn ku dê li dijî zêdebûna cînayet, tundî, tecawiz û îstîsmara zayendî li qada bin û bertek nîşanî van pêkanînan bidin. Yusma da zanîn ku fatûraya krîza aborî ji li jinan tê birîn û daxuyand ku mîtînga wan dê ji vê çûyîna xerab re bibe bersiva ‘êdî bes e.’

Tevî zextan jî dê li qadan bin

Yusma destnîşan kir ku ev hefteyeke ew di çarçoveya 8’ê Adarê de rêzeçalakî û şahiyan li dar dixin û wiha bi dawî kir: “Me ji bo mitînga xwe destûra fermî wergirtiye. Em ê tevî hemû astengiyên heyî û zextan jî li qadan bin. Tundî, tacîz, tecawiz û her cûre zextên li dijî jinan her ku diçe zêde dibin. Di sala 2018’an de 440 jin ji aliyê pergala baviksalar ve hatin kuştin. Di meha çile ya îsal de jî 43 jin hatin kuştin. Ji bo em ji van hemûyan re bêjin bes e dem hatiye. Tevî van hemû zextan em ê bi şîara ‘Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne’ sibê li qadan bin. Ji bo em ji zext û tundiyê re bêjin na em jinan vedixwînin Qada Îstasyonê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar