Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Bi pêşengiya têkoşîna jinan dê faşîzm têk biçe’

Kongra-Gel, YJA-Star û YPJ’ê bi daxuyaniyên cuda 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Di daxuyaniyan de hat gotin ku bi pêşengiya jinên kurd, li dijî zihnîyeta baviksalar a li ser hîmê dijminatiya jinan hatiye avakirin a faşîst, li her devereke cîhanê têkoşîn tê meşandin û dê faşîzm bi vê têkoşînê têk biçe

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel,  Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê û Yekîneyên Jin ên Parastinê (YPJ) bi boneya  8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhane bi daxuyaniyên cuda li hemû jinên kedkar pîroz kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku berxwedana civakî dê bi têkoşîna jinan geştir bibe û faşîzm têk biçe.

Di daxuyaniya Kongra-Gel de di serî de 8’ê Adarê li hemû jinan hat pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Bi saya Rêber Apo jinên kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine asteke pêşeng û bi bîr û nasnameya xweser a jinê xwe ji nû ve ava kiriye. Ji ber vê jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Jinan e.Têkoşîna Azadiyê ya Jinan îro li her dera cîhanê destanan dinivîse. Bi vê wesîleyê em hezkirin û rêzên xwe ji Rêber Apo re pêşkêş dikin û roja wî ya 8’ê Adarê ji dil pîroz dikin. Serfiraziya têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ’ê, serfiraziya têkoşîna jinên azad e. Bi coşa vê serfiraziyê em 8’ê Adarê pêşwazî dikin û şehîdên jin ên di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Qonaxeke stratejîk e

Kongra-Gel da zanîn ku niha jî bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Kongra –Gel belavbûna grevê bi bîr xist û got ku bi tevlêbûna bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î yên li girtîgehan re jî ketiye qonaxeke nû. Kongra-Gel diyar kir ku ev pêvajo ji bo dahatûya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn qonaxeke stratejîk e û berxwedana civakî ya li dora grevên birçîbûnê dê bi têkoşîna 8’ê Adarê geştir bibe. Kongra-Gel da zanîn ku dê ev berxwedan di Newrozê de bigihêje lûtkeyê û di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adarê de jî dê derbeyê li faşîzmê bixe.

‘Jin li dijî zilmê têdikoşin’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê jî da zanîn ku hezên demokratîk ên ku dixwazin rûmeta mirovahiyê biparêzin, her dem li ber xwe dane û rûmeta mirovahiyê parastine. YJA-Starê daxuyand ku li dijî zilmê jin li her deverekê cîhanê têdikoşin.  Daxuyanî wiha dom kir: “Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê krîzeke mezin heye. Sedema vê krîzê jî tecrîda li ser Rêber Apo ye. Berxwedana Leyla Guven a li hemberî tecrîdê wateyeke xwe ya mezin heye. Jin hêza berxwedana mezin ji felsefeya Rêber Apo werdigirin. Em li ser navê YJA-Starê dibêjin ku em ê Rêber Apo azad bikin.”

Daxuyaniya YPJ’ê

YPJ’ê jî di daxuyaniyê de wiha got: “Em di demeke wisa de ne ku têkoşîn û berxwedana jinan kêlî bi kêlî mezin dibe. Bi vê giyanê têkoşîn û berxwedanê jinên kurd û tevahî jinên têkoşer ên li her çar aliyên cîhanê ya li dijî hişmendiya baviksalarî didome û bi vê giyanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Ev hişmendiya zordest li hemberî têkoşîna jinan ber bi têkçûnê ve diçe. Di kesayeta çeteyên DAIŞ’ê de bi awayekî berbiçav dixuyê.  Çeteyên DAIŞ’ê ne tenê hêzeke çekdar bû, di serî de temsîlkarê hişmendiya mêrê serdest bû ku hebûneke li ser dijminatiya jinan hatibû avakirin. Lê îro ev hêz li hemberî giyana berxwedêr a ku di şexsê YPJ’ê de bûye temsîla giyana hemû jinên têkoşer, serî ditewîne, çong datîne û teslîmî jinan dibe. Dê di demekî nêzde mizgîniya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî jinên di têkoşînê de bi israr in, bê ragihandin. Ev têkoşîn bi saya fikir, birdozî, felsefe û keda Rêber Apo ji bo jinan pêşkêş kiriyê de tê bidestxistin. Em bi vê wate û girîngiyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Careke din em 8’ê Adarê li hemû jinan, gelên ku têkoşîna jinan bi dilgermî hembêz dikin, di şexsê jinên îro di grevên birçîbûnê de û tevahiya berxwedêrên gravên birçîbûnê; her wiha li tevahî jinên bakurê Sûriyeyê û jinên di van kêliyan de di çeperên şer ên herî pêş de li ber xwe didin, pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar