Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Namzetên Serhedê: Dê qeyûm biçin û gel dê biserkeve

Namzetên hevşaredariyê yên Agirî û Îdirê da zanîn ku gel li benda 31’ê adarê ye ku bersiva herî pêwîst bide AKP û qeyûman. Namzetan got ku di xebatan de rastî coşeke mezin a gel tên destnîşan kir ku dê di 31’ê adarê de mizgîniya serkeftinê bidin

Ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê vê mehê de bên lidarxistin, demekî pir kin ma. Bi nêzbûna hilbijartinê re namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bakurê Kurdistanê de jî ger gotin di cih de ketine nava serferberiyê. Tevî hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, HDP tevî parlamenter, endam û rêveberên xwe bi ruhê seferberiyê kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund û bajar bi bajar xebatên hilbijartinê dimeşînin.

Yek ji herêmên herî zêde encamên hilbijartinê lê tên mereqkirin jî herêma Serhedê ye. Agirî û Îdir du ji van bajarên ku encamên wê tên mereqkirinin. Têkildarî mijarê namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Agiriyê yê HDP’ê Abdurrahman Dogan û namzetên Şaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş axivîn. Namzetan da zanîn ku dê di 31’ê adarê de mizgîniya serkeftinê bidin.

Gel li benda 31’ê adarê de ye

Di vê çarçoveyê de namzet Abdurrahman Dogan gotinên endamên AKP’ê ku di gotin; ‘dengê hûn didin AKP’ê weke tapuya bihûştê ye’ bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Nirxên olî bi kar tînin. Lê tu kes jê bawer nake. Kiryarên wan ên 17 salan de baş tên dîtin. Gel li HDP’ê xwedî derdikeve û naxwaze AKP’ê bibîne. Di civînên me de coş û kelecana gel nîşaneya vê ye. Gel ji bo ku vîna xwe ya ku ji hêla AKP’ê ve hatiye xespkirin paşve bigire, li benda 31’ê adare ye.”

Agirî bi biryar e

Dogar destnîşan kir ku gelê Agiriyê tayînkirina qeyûman weke xespkirina mafê xwe, zilm û heqaret dibîne. Dogar wiha domand: “Şaredariya ku piştî xebateke pir mezin hatiye bidestxistin, hate dagirkirin. Ji ber vê jî dixwazin di zûtirin dem de şaredariyê ji dest van talanker û zaliman bistîne. Gel di vê mijarê de bi biryar e. Dîroka Agiriyê bi serfiraziyan tejî ye. Her tim bersiv daye zaliman. Divê talanker bizanin ku ev doz, doza gel e û pîroz e. Em ê tiştê aîdê xwe bigirin.”

Bersiv da Akşener

Li Îdirê ku netewên kurd, azerî, terekeme û erman pêkve di nava aştiyê de dijîn, du tifak di pêşbirkê de ne. Li hêlekê HDP û li hêla din jî tifaqa faşîst a AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê ye. Lê gelê Îdirê bi xwe bawere ku dê HDP bi ser keve. Der barê mijarê de ji namzetên hevşaredariyê ya Şaredariya Îdirê yê HDP’ê Yaşar Akkuş axivî. Akkuş di serî de gotinên seroka giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi bîr xist û wiha derbirî: “Em li bendê ne ku gelê azerî bersiva pêwîst bide Akşener. Ji ber ku gelê li vir pir keyfxweşin ku bi hev re dijîn.”

Azerî piştgirî da HDP’ê

Akkuş destnîşan kir ku tifaqa faşîst dixwaze gelan li hemberî hev sor bikin û wiha pê de çû: “Lê ji ber di serî de gelê azerî, gelên din vê lîstikê baş dizanin, bêhtir piştgiriyê didin HDP’ê. Piştî daxuyaniya Akşener gelek azerî hatin cem me û piştgirî dan. Bi destûra xwedê li vir dê biratiya gelan û demokrasî bi ser bikeve.”

‘Gelek projeyên me hene’

Namzeta din a hevşaredariyê ya Îdirê Eylem Çelîk jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jinbûn zehmete û ev nirxandin kir: “Lê HDP bi temsîliyeta wekhev a jin û mêr û bi pergala hevserokatiyê re hêzê dide me. Ji bo Îdirê gelek projeyên me hene.  Emê bi meclisên jinan re ji bo wan îstîhdamê vekin. Bi vê re dê aboriya wan hebe û dê bikarin xwe li ser pêyan bigirin. Em dixwazin gel tev li projeyên xwe bikin û li gorî daxwazên jinan, ciwanan û zarokan meclisan ava bikin. Heke em xizmetê bi vî rengî bikin dê bersivê bibînin.”

‘Bi meclisên jinan re dê hilberînê bikin’

Çelîk piştre jî bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em ji bêkariyê re bibin çareserî, gelek projeyên me hene. Em ê bi navendên jinan ên aborî û bi meclisên jinan re dê ji bo hilberandinê xebatan bikin.Li Îdirê cotkarî û sewalkarî bi destê dewletê hate tunekirin. Ciwan di nav dîwarên kafeyan û jin jî di nav dîwarên malê de asê mane. Em ê vê rewşê biguherînin.” AGIRÎ – ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar