Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Amedê komeke din dest bi greva birçîbûnê kir – Hat nûkirin

Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di nav de komeke din li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di daxuyaniyê de Temel wiha got: “Tecrîd bi Serok Ocalan re dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê bû destpêka hemû sepanên tarî yên li Tirkiyeyê. Em ê bi berxwedana xwe dawî li tecrîdê û faşîzmê bînin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda grankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 121’emîn de didome. Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî roj bi roj berfireh dibe. Bi heman boneyê bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekîn û Bîlal Ozgezer di 3’yê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin. Lê li ser fermana wezîrê karên hundir Suleyman Soylu polîsên dewleta tirk bi ser avahiya HDP’ê de girtibû û çalakvan binçav kiribûn. 5 çalakvanên ku duh hatibûn berdan, îro jî hatin avahiya HDP’ê û çalakiya xwe domandin.

Polîsan nehişt ku daxuyanî bê şopandin

Îro jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û her wiha kesên bi navên A. Halîk Kurt û Yûsûf Ataş komeke din bi heman boneyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Beriya destpêkirina çalakiyê, parlamenter Temel û koma pê re xwest ku li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyê bidin. Ji ber vê yekê jî di navbera koma çalakiyê û polîsan de nîqaş derket. Li ser vê yekê, koma çalakiyê li ber deriyê avahiya partiyê xwest daxuyaniyê bide. Polîsên ku mertalên xwe bilind kirin, nehiştin ku rojnameger daxuyaniyê bişopînin.

‘Tecrîd bi Serok Ocalan re dest pê kir’

Li ser vê yekê koma çalakvan derbasî Salona Konferansê ya Vedat Aydin bû û li wir daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Tayîp Temel ku yek ji çalakvanên grevên birçîbûnê yên di 12’ê îlona sala 2012’an de bû û 68 rojan grevê de mabû hat xwendin. Temel da zanîn ku tevî hemû zext û zordariya faşîzmê jî, hem li girtîgehan û hem jî li Ewropayê 121 rojin berxwedaneke dîrokî tê meşandin û wiha domand: “Em weke partî, bi awayeke xurt tev li vê berxwedanê nebûn. Bi vekirî dibêjim, ev cuntaye dişibe faşîzma Kenan Evren. Di demekî ku li ser gelên Tirkiyeyê dîrokekî tarî heye, bi pêşengiya Kemal û Xeyriyan li Zindana Amedê berxwedanek pêş ket. Bloka faşîst careke din li hemberî gelê kurd û muxalefeta Tirkiyeyê di nava sepanên tarî de ye. Dixwazin ku civakê teslîmî tarîtiyê bikin û destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Tecrîd bi Serok Ocalan re dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê bû destpêka hemû sepanên tarî yên li Tirkiyeyê.”

Temel daxuyand ku niha bi hezaran kes tev li berxwedana bi pêşeniya Leyla Guven hatiye destpêkirin bûne û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Armanca vê berxwedanê,  bidawîkirina vê tarîtiyê ye. Bi şikandina tecrîdê re em ê faşîzmê têk bibin. Îro tevî hevalên xwe em ê tev li berxwedana ku em lê dereng mane, bibin û bidomînin. Rewşa gelek hevalên me di astekî krîtîtk de ye. Ev çalakî peyamek e. Berxwedana Kemal û Xeyriyan a di sala 1982’yan de çi be, berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyan jî ew berxwedan e. Divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Ji îro û şûnde em bang li hemû derdoran dikin ku li qadan, kolanan û li her deverekê vê berxwedanê mezin bikin. Berxwedan bi vî awayî mezin dibe, tecrîd bi vî awayî tê şikandin û wiha pêşî li mirina dikare bê girtin. Berxwedan dê biserkeve. Bijî berxwedana Leylayê û bijî berxwedana zindanan. Bijî berxwedan.”

Piştî daxuyaniyê jî parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û A. Halîk Kurt û Yûsûf Ataş dest bi greva birçîbûnê kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar