PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got ‘ne kuştineke bi qesdî ye’

Li Erdîşê, bi îdiaya “terorîst di hundir de hene” polîsan mala Ataman gulebaran kiribû û di malê de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna hat destpêkirin de dozgeriyê biryara neşopandinê dabû. Parêzeran li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erdîşê biryara dozgeriyê îtiraz kiribû, lê dadgehê îtiraz red kir

Di 18’ê Mijdara 2016’an de, li Taxa Eganîsê ya Erdîşa Wanê, bi îdiaya “di hundur de terorîst hene” polîsan mala Hediye Ataman a 43 salî gulebaran kir. Di gulebaranê de Ataman jiyana xwe ji dest dabû. Paşê der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê kuştina Atamanê de biryara neşopandinê da. Li ser vê parêzeran li Dadgeha Cezayê sulhê ya Erdîşê îtiraz li biryara dozgeriyê kir. Dadgehê jî îtira red kir û li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.

Piştî Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê bûyerê de biryara lêpirsînê da, parêzerên malbata Atamanê li Dadgeha Cezayê Sulhê îtiraz kirin. Lê belê dadgehê jî di biryara xwe de desrpêş kir ku di navbera “endamên rêxistinê” û polîsan de pevçûn çêbûye û tu qisûreke polîsan tune ye. Dadgehê, derpêş kir ku di xaniyê hat şewitandin de “endamên rêxistinê” hebûne û polîs ji bo “endamên rêxistinê ji pertav bixin” çek berdana û piştî endamên rêxistinê bersiv dane pevçûn çêbûye û di pevçûnê de 3 polîs birîndar bûne. Dadgehê, parast ku di dema bûyerê de endamên rêxistinê bombeya destan bi kar anîne û ji ber bombe di hundurê malê de teqiyaye agir bi malê ketiye û Ataman ji ber şewtaa li malê jiyana xwe ji dest daye. Di biryarê de hat diyarkirin ku di rapora otopsiyê de jî diyar bûye ku di bedena Atamanê de şûna guleyan nehatiye tespîtkirin.

Ceza li malbatê birîn

Piştî bûyerê hevîjînê Hediye Ataman, Ahmet Ataman bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “bêyî destûr peydakirina maddeyên talûke” 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 lîre jî cezayê pereyî lê hatibû birîn.

Parêzera malbata Atamanê Esra Akgun, destnîşan kir ku dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye û ji Saziya Tiba Edlî re tu nivîs nehatine şandin û îfadeya tu polîsan nehatiye girtin û li cihê bûyerê keşif nehatiye kirin. Akgunî bilêv kir ku di bûyereke wisa wehîm û tirsnak de ji destpêkê heta niha dozger hewl dide polîsan biparêze û got: “Lêpirsîneke çalak nehat kirin. dev ji gumanbariyê berdin, serî li îfadeya polîsan jî nexistin. Bi vî awayî xwestin ser bûyerê bigirin û bidin jibîrkirin. Ji destpêkê ve dosye hatibû sînordarkirin û me nikaribû bib,ne. Piştî îtiraza me hat redkirin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da, me mînaka dosyeyê ji dozgeriyê girt. Me di dosyeyê de dît ku di dosyeyê de ne daxwaznameyên me ne jî yên Ahmet Ataman û ne jî wêneyên Hediye Atamanê û mînaka CD’yê tune ne.”

Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî û diyar kir ku ne ji ber bombeyên tê îdiakirin li malê hatine dîtin, ji ber teqîna li Kopa Mûşê ceza li Ahmet Ataman hatiye birîn û wiha got: “Piştî hevjîna wî Hediye Ataman hat şewitandin 5 roj şûnde hat girtin. Ahmet ataman ji girtîgehê daxwaznameyek nivîsand û giliyê polîsan kir. Di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku piştî polîsan êrîşî mala wî kiriye agir bi malê ketiye, hevjîna wî Hediye Ataman li ber çavê wî hatiye şewitandin û kuştin û di dema bûyerê de polîsan xwestiye wî jî înfaz bikin, wî dirêjî erdê kirine û çek berdanê û ji ber vê ji milê xwe yê rastê birîndar bûye û ji ber cînarên wî hatine cihê bûyerê polîsan ew nekuştiye.”

Kaçan anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê bêyî der barê lêpirsînê de lêkolînekê bike û bêyî delîlek hebe, îfadeya Ahmet Ataman a di bin îşkenceyê de hat girtin esas girtiye û di heman rojê de biryara neşopandinê daye.

Parêzer Kaçan diyar kir ku bêyî şik û guman kiryarên Atamanê polîs in û wan li gor qanûnên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) serî li Dadgeha Qanûna bingehîn daye. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar