Li paytexta Efrîka Başûr Cape Townê, di çarçoveya 8’ê Adarê de tecrîd hat şermezarkirin û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 122 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de hat silavkirin
Li paytexta Efrîka Başûr Cape Townê, kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven. Di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven hate silav kirin.
Çalakî ji aliyê Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd, Partiya Komunîst a Efrîka Başûr û Kongreya Sendîkayên Efrîka Başûr ve hate organîzekirin. CAPE TOWNÊ