Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Almanya: Neçin Tirkiyeyê

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, ji ber gefên Suleyman Soylu û dirêjnekirina dema kartên çapemeniyê yên rojnamevanên alman, hişyariyeke tund da welatiyên xwe yên difikirin biçin Tirkiyeyê ji bo betlaneyê

Dema kartên çapemeniyê yên şefê buroya Stenbolê ya ZDF’ê Jorg Brase, nûçegihanê rojnameya Tagesspiegelê Thomas Seibert û rojnamevanê ji bo NDR dixebite Halîl Gulbeyaz, belasebep ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve nehatibû dirêjkirin.

Ev hewldana Enqereyê ku ji bo pêşî li karê rojnamevanên alman ên li Tirkiyeyê bigire hate kirin, bû sedema nerazîbûna tund a rêveberiya Berlînê. Lê belê rejîma Erdogan li şûna ku di vê mijarê de paşve gavê biavêje, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu gef li welatiyên li Almanyayê xwaribûn ku dema ji bo betlaneyê werin Tirkiyeyê wê bên girtin.

Soylu wiha gotibû: “Yên li Ewropayê, li Almanyayê tevlî civînên rêxistina terorê dibin û piştre jî tên li Antalya, Bodrûm û Mûglayê bêhnê vedidin, me li dijî wan tedbîr girtin. De ji wan tê bila bên, bila ji balafirgehê bikevin hundir.” Van gefên Soylû cihekî berfireh di çapemeniya alman de girtibûn.

Wezareta Karên Derve ya alman piştî her du bûyeran, li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî ji bo welatiyên xwe yên plan dikin ku ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyeyê hişyariya xwe nû kir. Wezaretê hişyariya xwe ya li ser ger û geştê tund kir û ji bo almanan wiha got: “Ji bo li Tirkiyeyê neyên destgîrkirin gelekî hay ji xwe hebin.”

Wezaretê ragihand ku dibe ku astengiyên nû derkevin pêşiya nûnerên civaka sivîl û medya alman û wiha got: “Mijarên ku li gorî qanûnên alman azadiya fikir û îfadeyê ne, li Tirkiyeyê dibe ku bibe sedema astengkirina pîşeyê we û cezakirina we.” Wezareta Karên Derve da xuyaikrin ku kesên li ser medya civakî hikûmeta tirk rexne kiribin, dibe ku bên binçavkirin.

Di vê navberê de, li gel hişyariya li ser ger û geşta li Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê alman Heiko Maas, li ser astengkirina rojnamevanên alman bi tundî Enqere rexne kir. Maas ji rojnameya “Tagesspiegel am Sonntag” re axivî û got, “Ne ya qebûlkirinê ye ku pêşî li karkirina rojnamevanên alman û ewropî tê girtin.”

Li Tirkiyeyê herî kêm 5 welatiyên alman ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl tên girtin. Di nava welatiyên alman de yên li Tirkiyeyê dîlgirtî ne hunermenda kurd Ozan Canê jî heye. Ozan Canê di dema hilbijartinên 24’ê hezîranê de ji bo piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tiriyeyê, lê hatibû girtin. Dadgeha tirk 14’ê mijdara 2018’an 6 sal û 3 meh ceza li Ozan Canê birîbû. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar