Li başûrê Kurdistanê roja 10’ê Adarê weke Roja Cil û Bergên Kurdî hatiye pejirandin û her sal hemû başûrî vê rojê bi cilên kurdî pêşwazî dikin
Bi biryara Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê di sala 2013’yan de 10’ê Adarê weke Roja Cil û Bergên Kurdî hate pejirand.
Di vê rojê de her sal li dibistanan û saziyên hikûmetê, xwendekar, mamosta û karmend bi cil û bergên kurdî û merasîma pêşwaziya vê rojê dikin.
Her wiha gelek merasîmên hunerî, çandî, festîval û çalakiyên rengareng tên lidarxistin û welatî xwe bi cil û bergên kurdî yên resen dixemilin.