HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku artêşa tirk di 6 û 9’ê adarê de herêmên Heftanîn, Garê û Zê bombebaran kirine
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku balafirên şer ên artêşa tirk di 6’ê adarê saet 19.00’an de derdora gundê Boselê yê herêma Heftanînê û di 9’ê sibatê saet di navbera 09:00 û 09:30’an de jî qada Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.
HPG’ê daxuyand ku ji ber bombebaranê zerar negihiştiye hêzên wan lê li herêma Heftanînê xisar gihiştiye bax û bexçeyên şêniyên herêmê. BEHDÎNAN