Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye

Malbatên girtiyên k udi grevê de ne çûn serdana parlamenterên ku li Amedê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Malbatan di serdanê de diyar kirin ku ger daxwazên zarokên wan bi cih neyê tu hêz nikare wan bide sekinandin û êdî tehemûla wan nemaye

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 123’yemîn de didome. Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 110 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 85 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahî girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 10’an de berdewam dike.

Di 3’yê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî din av de 5 endamên HDP’ê li avahiya partiya xwe ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.

Rewşa girtiyan krîtîk e

Piştgirî û serlêdanê welatiyan ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bênavber didomin. Di çarçoveya van serdanan de jî malbatên girtiyên ku ketine grevê çûn serdan parlamenterên ku li Amedê ketine greva birçîbûnê û piştgiriyên xwe anîn ziman. Malbatan piştî serdanê li ber deriyê avahiya HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Polîsên ku avahiyê dorpêçkirine xwestin daxuyaniyê asteng bikin lê tevî hemû astengiyan jî malbat û parlamenteran daxuyaniyê pêk anîn.

Parlamenter Tayîp Temel di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku rewşa girtiyên ku ketine grevî krîtîk e û dibe hergavê ji zindanan agahiyeke ne baş bê û wiha got: “Rewşa girtiyan gihiştiye asta krîtîk, ji ber vê yekê divê raya giştî bi awayekî wijdanî bikevin nav tevgerê.”

Çalakgeran bedana xwe dane ber mirinê

Piştî Temel li ser navê malbatên girtiyan Nafiye Yîgît axivî. Yîgît bal kişand ser çalakiya Guven û wiha domand: “Guven ev 4 meh e ji bo şikandina tecrîdê bedena xwe daye ber mirinê. Lê mixabin heta niha hikûmet tu gavan neavêtiye. Zarokên ev 85 roj in bedana xwe dane ber mirinê lê daxwazên wan bi cih nayê.”

Yîgît destnîşan kir ku divê daxwazên çalakgeran demildest bi cih were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me mafdar in, daxwazên wan meşrû ye. Divê demildest daxwazên zarokên me bi cih werin. Ger daxwazên zarokên me bi cih neyên tu hêz nikare me dayikan bidin sekinandin. Bedêl çi dibe bila bibe em ê nesekinin. Êdî tehemûla me ji vê rewşê re nema.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’, ‘Bijî berxwedan zindana’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar