Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

24 sal di ser komkujiya Gazî re borî

Di ser komkujiya Gazî re 24 sal derbas bû. Malbata Zeynep Poyraz a di komkujya Gazî de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku ew li benda edaletê ne û edaletê dixwazin. Malbatê anî ziman ku êşa heta niha dijîn bi destê dewletê pêk tê

Di Stenbolê di 12’ê Adada 1995’an de li taxa Gazî ku elewî lê dijiyan li dijî elewiyan komkujî pêk hat. Di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn. Hikûmetê 24 sal berê 12’ê adara 1995’an, li taxa Gazî ya Stenbolê qehwexaneyên Dostlar û Yavuz Kardeşler yên  xelkê elewî lê rûdiniştin, gulebaran kiribûn.

Di êrîşê de pîrê elewiyan Xalîl Kaya hat kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê jî, erîşkaran bi texsiyeke bazirganî ji cihê bûyêrê reviyan, piştre jî ajokarê texsiyê Mesut Efe jî kuştin û agir berdan texsiya wî. Li ser vê êrîşê xelkê taxa Gazî ber bi qereqola polêsan ya li taxê ve meşiya. Lê vê carê jî polêsan gulle reşandin û Mehmet Gunduz jiyana xwe ji dest da.

Vê êrîşê hêrsa gel zêdetir kir û dora rojê, bi 10 hezaran kes hem ji bo cenazeyan wergirin hem jî, ji bo êrîşê protesto bikin ber bi qereqolê ve dîsa meşiyan. Lê polêsan dîsa bi çekan bersiv dan û di vê gullebaran û êrîşa ku heta êvarê dewam kir, 12 kes hatin kuştin. Di buyerên 2 rojan de, li taxê bi giştî 17 kes hatin kuştin. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê jî hem li taxa Gazî hem jî li gelek deverên din bi rojan serhildan hebû. Li navçeyekî din ya Stenbolê jî hêzên polîsan êrîşî çalakiyê kirin û 5 kes jî li wir qetil kirin. Di tevahiya bûyeran de, li gorî hejmarên fermî 23 kes hatin kuştin. Der barê vê komkujiyê de tam piştî 2 sal û nîvan doz hat vekirin lê ev doza ku di navbera Stenbol, Rîze, Trabzon û Enqerê de hat û çû, bi awayekî bê encam bi dawî bû. Ji 20 polîsên dihatin dadgehkirin, yek ji wan jî nehat cezakirin.

Turkmen Poyraz a di Komkujiya Gazî de keça xwe ya 24 salî Zeynep Poyraz winda kir ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, qala wê rojê kir û wiha got: “Şeva bûyer pêk hat, em zû raza bûn. Piştre keça min Zeynep hat ez hişyar kirim. Dema me televîzyon vekir, me bihîst ku pîrekî elewî hatiye kuştin. Zeynep got ka em biçin wir. Ewil ez li dijî wê derketim. Zeynep got ‘Dayê hûn çawa elewî ne. Hêj salek berê em tev bi ser hev de şewitandin. Vê carê dora kê ye ne diyar e. Ez dîsa li dijî wê derketim, lê Zeynep ez guhdar nekirim û çû. Girse kom kir. Ez jî li pey wê çûm. Dema ez çûm cihê bûyerê girse pir zêde bû. Mirov li kolanan dimeşiyan. Em çûn Cemxanê. Polîsan dora Cemxanê tije kiribû. Zeynep wê demê ketibû milê min. Ji bo ku ew neçe min hişk bi destê wê girtibû. Zeynep got min berde ez biçim û çû. Ez çûm pêş Cemxanê. Li wir yekî zarok kom kiribûn û digot ‘Caman bişkînin perçe bikin’ Ew kes Mahmut Yildirim ê bi kodê “Yeşil” bû. Min got ‘Hûn li vir çi dixwazin’ Hûn çima vana perçe dikin’ Piştre li wir giriyam. Piştre Zeynep û bavê xwe bi hevre hatin. Polîs jî hatin û xwest bi zorê me kom bikin û li mizgeftê kom bike. Dixwestin li kolanê şerê sunî û elewiyan pêş bixin.”

Poyraz anî ziman ku şeva bûyeran dest pê kir 2 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Serê sibê ji bo em cenazeyan rakin em ji malê derketin. Lê ji ber ku keça me Zeynep hêj razayî bû em ew nebir cenaze. Lê Zeynep piştî hişyar bû li gel hevalên xwe çû cihê cenazeyan. Piştre agahî hat ku gule berdane Zeynep. Hevalek wê hat û xwest tiştekî bêje. Min got çi bûye? Çi li keça me hatiye? Got erê gule berdan Zeynep û mir. Dema min ev bihîst ez tevîzîm û qutûmê min şikestin. Piştî ez hatim ser xwe ez, malbat û parêzer bi hevre çûn Morgê. Me li wir Zeynep şuşt û potekî sor avêt ser bedena wê. Polîsê li wir got ‘Tu çima bi kesk napêçe, tu sor davê ser. Min jî got. ‘Ev xwîna me ye’ Polîsan destûr nedan ku em Zeynebê li Gazî defin bikin. Min jî got li Gazî jiyana xwe ji dest daye em dê wê li vir defin bikin. Dema me cenaze rakir destur nedan ku kes têkevin goristanê. Lê ez bi zorêketim goristanê. Wê demê midûrê polîsan û wezîrê karên hundir ji min re got yên çiyê ew kuştiye. Min jî got ‘Li min binerin. Ez kurd im. Çima me bikujin. We berda keça min û we keça min kuşt.”

Panzerê cemxane gulebaran kir

Bavê Zeynep Cemal Poyraz jî anî ziman ku saet di 02.00’an de 2 panzêran Cemxane gulebaran kir û kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bû. Poyraz, da zanîn ku saet di 04.00’ê sibê de girse pir zêde bû û wiha got: “Mirov daketin qadan û ji polîsan re gotin “Hûn çima qatilan nagirin. Piştî şeva ewil qatilan karên xwe dewrî dewletê kir û polîsan zarok û ciwan dan ber guleyan. Di 12’ê adarê de mirov hatin gulebarankirin. Di 13’ê adarê de berxwedanek mezin pêk hat. Di 14’ê adarê de me xwest ku em cenezeyan li tenişta hev defin bikin. Wan jî xwest em bi komî defin bikin. Pişte destur neda û me li cihên cuda defin kir. Piştî 43 rojan me dîsa cenaze anîn qadekê û me ji bo wan bîrdarî çêkir. Heta mehekê bîrdariya me di bin çavdêriya polîsan de ma.

Bav Poyraz anî ziman ku 24 sal derbas bûn hêj edalet pêk nehatiye û 24 sal in li benda edaletê ne. Poyraz, anî ziman ku edaleta wan serê wan bixwe û dixwazin me bi vê êşê bibin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar