Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Heyetek ji başûrê Kurdistanê diçe serdana Leyla Guven

Heyeteke ji başûrê Kurdistanê ku ji 5 kesan pêk tê çûn serdana Nasir Yagiz ku 111 roj in di greva birçîbûnê de ne û heyetê diyar kir ku dê biçin Amedê serdana Leyla Guven

Grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin hatiye destpêkirin dewam dikin. Hevseroka KCD’ê û parlamenter Leyla Guven 124 roj in, li Hewlêrê Nasir Yagiz 111 roj in, li dehan girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran girtî 86 roj in, li Strabourgê 14 çalakger û li Gallerê Îmam Şîş 85 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Piştgiriyên ji bo greva birçîbûnê roj bi roj mezin dibin. Heyet ji başûrê Kurdistanê ku bi pêşengtiya Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Dr. Hekîm Ebdulkerîm pêk tê, piştî serdana Nasir Yagiz daxuyaniyek da û ragihandin ku dê biçin serdana Leyla Guven.

Heyetê piştî ku diyarî pêşkêş kir û şûnde daxuyanî da. Dr. Hekîm Ebdulkerîm daxuyanî da û diyar kir ku hem ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî ji bo serdana Leyla Guven a li dijî tecrîda Ocalan ev 124 roj in di grevê de ye wê serdana bakurê Kurdistanê bikin.

Dr. Ebdulkerîm destnîşan kir ku divê qonaxê de her kesê xwedî şeref û rûmet bibe xwedî helwest û dengê xwe derxe û wiha got: “Ev erkekî neteweyî ye. Divê ne tenê li dijî tecrîdê heman demê li dijî her êrîşên li ser gelê me, bibin xwedî helwest. Em serketinê ji hemû çalakvan û berxwedêrên grevan re dixwazin.

Kesên di nava heyetê de cih digirin ev in: Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Dr. Hekîm Ebdulkerîm, Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Şoreş Xidir. Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd, Platforma Hewrem Hîlal Şewket û Endamê Rêveberiya Zehmetkêşan Bextiyar Mûstefa. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar